Kayıtlar

Hestname etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

KEÇA REŞWAN

KEÇA REŞWAN Keça Reşwan çi bela ye Ji xwe xweş e çi fena ye Lê keçê xwe çeng meke Min dîsa gêj û dîn meke Mûlla Evîndar  (Bi zarê Reşwanî)

FATOŞ

Resim
FATOŞ Min gulek stand ji gulfiroşê Da dest keça xweşik Fatoşê Go "Çi ye ev gul?" Min go "Hat ji dil" Keniya bi bejna zirav û xoş Di dil de dada agirek bi coş Mûlla Evîndar  ❤

BÛKA BARANÊ

Resim
BÛKA BARANÊ Esman lerizî Baran herikî Baran sekinî Esman xemilî Mûlla Evîndar 

WÊNENAME / RESİMNAME

Resim
Wêne û Helbest : Mulla Evindar WÊNENAME / RESİMNAME Li vê sedsala nû di wêje de, bi taybetî jî di warê helbestê de rêbazeke nû, şêwazeke nû destpê dike. Di berika herkesî de telefonê mobîl ku wêneyan dikşîne heye û em her kêlî û rewşa xwe bi wan telefonan dikşînin û car carna jî li bin, li ser, li hundir van wêneyan çend gotin, helbest û hwd. dinivîsin. Ji ber ku gotin yan jî helbest ligel wêne ye, wêne bi peyvan re alîkarî dike û wateya hevokan temam dike, xurt dike. Bi vî awayî jî stîleke nû, şêwazeke nû di wêje de li cîhanê destpê dike. Min navê vê rêbazê li ba xwe kir "wênename". / Bu yeni yüzyılda biz belki farkında olmadan edebiyatta, özellikle de şiirde yeni bir akım, yeni bir tarz başladı ve gelişiyor. Herkesin cebinde kameralı telefonlar var ve bu telefonlarla her anımızı, her durumumuzu çekip resimliyoruz sonra altına, üstüne ya da içine yazılar yazıyoruz. Bu yazılar resimden ayrı olmadığı için resim kelimelere yardımcı olmakta, cümleleri tamamlama...

SÎWARA DIL

SÎWARA DIL (Xewn) Derya zelal û şîn bû Pêl bi pêl xweş diçeliqî Keştiyek hat Li giravê rawestî Min pirsî ji pêzanan Min go : Çi ye ev xewn? Gotin : Derya tu yî Girav dilê te ye Keştî sîwara dilê te ye Li bendê be Li dilê te ew ê peya bibe Mûlla Evîndar  10.04.2020

HELBEST

HELBEST Dil bêhest Wêje bêhelbest  nabe Mûlla Evîndar  ❤

KESÊ BÊDIL / AŞKSIZ ADAM

Resim
KESÊ BÊDIL Eger tu bê dil î Kevirekî bi cil î Mûlla Evîndar  * * * AŞKSIZ KİŞİ Yoksunsan aşktan Farksızsın taştan Mûlla Evîndar 

SÎNGÊ TE

SÎNGÊ TE Sîngê te Mîna esman fireh e Lê wenda dibim Sîngê te Mîna azadiyek bêsînor e Pê sermest dibim Sîngê te Mîna deryayek şîn e Lê ajne dikim Sîngê te Mîna kendalekî ye Xwe lê vedişêrim Mûlla Evîndar  18.01.2020

EZ IM

Resim
EZ IM  Ez im ji dil de brîndar Ez im ji dil de dildar Ez im ji dil de sozdar Ez im Mûlla Evîndar Mûlla Evîndar 

AWIR

Resim
AWIRA TE Hest e Helbest e Dil pê sermest e Mûlla Evîndar 

DÛRÎ

Resim
DÛRÎ Welatê min dûr e Hesreta min kûr e Jana xwe wek şûr e Mûlla Evîndar 

LI NAV BERFÎNAN

Resim
LI NAV BERFÎNAN  Li şeva tarî Li berfa ku dibarî Li bejna te nêrî hezar carî Li te geriyam bi dilgermî, ne bi dilsarî Li nav berfînan min dest berneda ji vî karî Mûlla Evîndar 

LI PERAVA DERYA - Mulla Evindar

Resim
LI PERAVA DERYA  Perava derya ji te dûr e Derya av sar û kûr e  Pêla xwe mîna şûr e Mûlla Evîndar

DIL MA BITENÊ - Mulla Evindar

Resim
DIL MA BITENÊ Roj wenda bû li esman Hîv wenda bû li şevan Bejna te wenda bû li ber çavan Ne dengê pelên darê Ne jî dengê pêlên derya hebûn Dengê te li nav bêdengiyê Awirên te li nav tenêtiyê                           berba bûn Mûlla Evîndar  mullaevindar@gmail.com 

LI BA MIN MAN AWIRÊN TE - Mulla Evindar

LI BA MIN MAN AWIRÊN TE Li payizeke bi baran Li şeveke tarî Te derî girt Çûyî Niha Li der baran Li hundir awirên te Bi ser min de dibarine Mûlla Evîndar  05.06.2016

ÇINAR

Resim
ÇINAR Bejn bilind e dara çinarê Xwe xemilandî ye mîna yarê Pelên xwe vekirine li êvarê Siya xwe hênik e li biharê Mûlla Evîndar  Photo by Mûlla Evîndar 

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

Resim
                                                                                       Photo : Mûlla Evîndar Helbest / Şiir                                                     ŞEVEKE PAYÎZÊ                         Bar kirin çûçikên esman               Pelên darê weşiyan                       Gul çilmisî                          Pêlên derya ketin xewê               ...