ŞIVAN (Klama klasîk a Kurdên Anatoliyê bi nav û deng “LO ŞIVANO” îlhama vê çîrokê ye. Bi Kurmanciya Reşiyan) Ro çû ava, şewqa xwe wenda bû, şev bi ser zozanê de hat. Li ber mala axa dengê kûçik hat, kûçik lêket. Axa rabû, li hêla malê gom hebû, li hêla gomê jî pez, berî her tiştî li pez nêrî, pez mexel bûye. Dengê kûçik hîn dihat. Axa dît ku yek li ber kûçik e, kûçik wî bernade. Axa berve kûçik çû, go "Aşt!". Kûçik dawestî / rawestî. Li vê wextê ya mîvan, ya jî diz dihat. Lê ew ne mîvan bû, ne jî diz. Axa go "Tu kî yî?". Go "Ez şivan im xalo, şivanê ecer / nû". Axa: "Bixêr hatî." Şivan: "Spas xalo." Axa: "Çima ewqas dereng mayî?" Şivan: "Ez ji xwe re peya hatim." Axa: "Gundê we dûr e, tu çima peya hatî?" Şivan: "Heyam xweş bû, her der gil û giya ye, ez hez dikim peya bigerim." Axa: "Keremke were em herin hundir." Pezê axa çend roj in bêşivan e, axa gund bi gund gerî û ev şivana