DERGÎST / DESTGIRTÎ - Mulla Evîndar
Mûlla Evîndar
Kurdên Anatoliyê bi "destgirtî"yê re dibên "dergîst".
Li zemanê berê, xort diçûn mala dergîsta xwe, pê re digotin “Çûna Dergistiyê”.
Li zemanê berê, xort diçûn mala dergîsta xwe, pê re digotin “Çûna Dergistiyê”.
Ji
ber ku SMS, Instagram, Facebook jî tunebû, ji çend hefteyan carekê xort diçûn mala dergîsta xwe û li wir hevdu didîyan.
Ûsiv
jî çû mala dergîsta xwe. Bavê keçikê tenê ji bo carekê îzîn dabû ku Ûsiv
were ba dergîsta xwe.
Lê
problemek mezin heye! Bavê keçikê îzîn neda ku keçika xwe bi tenê li ode, bi dergîstê xwe va li ba hev bin. Xunga dergîstê jî dan hêle. Dergîst û
xunga xwe li ode rûniştine û li benda Ûsiv in.
Ûsiv
hat.
Derbase
ode bû. Li ode du keçik!
Wexta
ku keçik ji Ûsiv re xwestin Ûsiv keçik nedîbû, nîşan kirin Ûsiv dîsa keçik
nedîbû, niha ji van keçikan kîjan dergîsta xwe ye!
Ûsiv
bi fêdî ye, pirs nake. Dergîst bi fêdî ye, xunga dergîstê bi fêdî ye! Wan
ji hev fêdî kirin, bin çavan re li hev mêze kirin, gotin û sohbeta xwe gişk ew
bû.
Ûsiv
li şûna xwe zêrek hişt (edet weha bû) û çû.
Ji
wan du keçikan yek bi Ûsiv pir rind hat, heta ku bizewice ew xeyal kir.
Bûk
derxistin. Ûsiv tûl ji serçavên bûkê rakir. Avake sar bi canê wî da hat. Di dilê xwe da go :
"Ew
tirsa li min bû".
Mûlla Evîndar
mullaevindar@gmail.com
Yorumlar
Yorum Gönder