LI NAV BERFÎNAN
Li şeva tarî
Li berfa ku dibarî
Li bejna te nêrî hezar carî
Li te geriyam bi dilgermî, ne bi dilsarî
Li nav berfînan min dest berneda ji vî karî
KURMANCÎ Navê xwe şîrîn e Xweşik û rengîn e Stran û evîn e Zarê Mem û Zîn e Mûlla Evîndar DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU https://youtu.be/lP2HBO_UaRo?feature=shared Yazar : Mûlla Evîndar 15.06.2002 Kürtçe'yi çok iyi konuştuğu halde okuyup yazamayan insanlarımızın çokluğu beni böyle farklı, sade bir çalışmaya itti. İnsanları korkutmayan hem basit, hem merak giderici, hem de eğlenceli bir çalışma. İnsanların gözünde büyüttüğü, çok kolay olduğu halde zor sandığı Kürtçe'yi okuyup yazmak! Kürtçe'yi okuyup yazmak, bir melodinin içindeki bütün sesleri birbirinden iyi ayırt etmeye benzer. Müzik ile ilgilenen biri olarak biraz da müzik kulağı açısından baktım. Nasıl ki sesler birbirinden iyi ayırt edildiği zaman o melodiyi olması gereken tadıyla dinleyebiliyorsak, Kürtçe alfabedeki harflerin karşılık geldiği sesleri de birbirinden iyi ayırt edebilirsek Kürtçe'yi de kendine özgü olan tadıyla okur ve yazarız, ama eğer bir mel
/Ji herêma Anatoliya Navîn/ BIZBEN (Pêkenok / Henek) Wek tê zanîn şivan li ser pez yekcaran şeveder dimen. Xalê Qadîr li ser pez şeveder e. Pez kom û mexel dike. Xalê Qadîr westiya ye, xeweke kûr li benda wî ye. Her şivan hîn ku neketîye kulavê xwe sifteh bizbena xwe derdixe û serîkî bi lingê berxekê yan jî miyêkê, yê din jî bi destê xwe va girêdide. Dema ku pez dihere şivan bi vî awayî şiyar dibe. Lê vê care xortekî ciwan bi navê Husîn jî heye li ba Xalê Qadîr, ji bo alkirinê hatibû. Husîn yekî ku di xewê da ber xwe va dihere yanî xewngerok e. Xalê Qadîr çare dibîne: Bizbenê ji lingê miyê derdixe bi destê Husîn va girêdide. Radikevin. Ji xewa kûr seda radibin. Çavên xwe vedikin, li çem û çola mezin, li meydanê, tenê ew hene, ne berxek, ne jî miyek. Husîn dibê "ez vê carê xweş raketim, ber xwe va jî neçûme". Xalê Qadîr dibê "tu neçûyî hema vê care jî pez çûye". Mûlla Evîndar mullaevindar@gmail.com TÊBINÎ : Bizben: Kurdên Anatoliyê bi
Berhevkar û Nivîskar: Mûlla Evîndar (15.06.2001) (Bi devoka Kurmanciya Kurdên Anatoliyê) -Ji herêma Kurdên Anatoliyê çîrokek mîtolojîk- LAWIKMAR Çi hebû, çi tunebû. Li wexteke nenas û li warekê Kurdan gundek hebû. Li wî gundê jin û merek hebû, kurikên (zarokên) wan tunebûn, wan pir dixwestin ku ma (bila) bibin xwediyê zarokan. Rokê li ber Xwedê digerin û dibên "Xwedê! Tu mezin î, tu dizanî em vê zarok in, lawikekî bide me, ma (bila) hînge marek be!". Roj heldihat, roj diçû ava, şev dihatin, şev diçûn, roj û şevan dida pê hev, rokê jin bar dibe, jin û merê wê pir xenê (şa) dibin. Ew bi kefxweşî, bi dilşahîye li benda dergûşa xwe dibin. Ro, hefte, meh, demsal derbas dibin û dergûşa wan tê ye rû dine. Lê çi meskin! Dergûşa wan marek bû! Tirs, xof li wan peyda dibe. Ew dibên "Me ji Xwedê lawikek xwestibû, me go ma (bila) hînge marek be, bi emira Xwedê dergûşa me wek marekê hate rû dinê, Xwedê lawikek da me, lê ew marek e". Zeman pir d
BÛKA SPÎ (Bi devoka Kurmanciya Anatoliya Navîn) Malan bar kirin ji zozanê. Yek bi yek gişk çûn gund. Tenê Ehmed ma. Ew 16 salî ye. Bavê Ehmed pê re gotibû îro dereng e, îşev li zozanê li ser pez be, li berbangê zû pez heyne were gund. Şev bi ser deşta zozanê da hat, her der tarî bû, ne şewqek, ne dengek, ne jî kesek. Pez li dor gomê mexel bûbû, Ehmed kulavê xwe amade kir û li xêni li ber pencere rexist. Ji ber ku heyam germ bû wî xwe li ser kulêv dirêj kir, xew, dom di çavên wî da bû, çavên xwe girtin. Dema ku wî çavên xwe girtin dengek kete guhê wî, ew denga li derva, li ber pencere bû. Tirs, xof li wî peyda bû. Mezinên wî digotin li vê zozanê wek pêşi bûkek heye, bi navê "Bûka Spî". Wexta ku van gotinan hatin bîra Ehmed, ew denga gav bi gav nêzike Ehmed dibû. Tirs û xofa wî her ku diçe pir dibû. Dengê lingan dihat, ji pencere berve derî. Giran giran û berve derî. Deng pir nêzik bû. Porê Ehmed kire qirçeqirç, deriyê xêni giran giran vedibû. Derî v
FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO (Bi devoka Kurdên Anatoliyê pêkenok) Ciwan Haco : Lo Firat tu çir dikî? Firat Cewerî : Ez şerabê vedixwime, serî rind e! Ciwan Haco : Eybe lo! Şerab ji te re dibe!? Firat Cewerî : Ciwan tu dîn î, paqil î? Çima? Ciwan Haco : Eybe lo! Tu kurikek î?! Firat Cewerî : Lo Ciwan! Ez li Stockolmê dew, çeqilmast vexwim? Ciwan Haco : Yaw min nego dew vexwe! Firat Cewerî : Ev der ne Qamişlo ye! Ciwan Haco : Yaw hele guhdarî bike! Firat Cewerî : Ê? Ciwan Haco : Ez li quncikê han whisky vedixwim. Ez dibêm tu jî were em whisky vexwin! Firat Cewerî : Lo Ciwan te li Qamişlo jî vedixwar? Ciwan Haco : Lo Firat tu dibê çi! Li wir min bi şev vedixwar, bi ro jî diçûm berxa, bilûr lêdixist! Firat Cewerî : Lo de were em klama xwe bêjin were! Firat Cewerî + Ciwan Haco : Wey dîlberê, wey dîlberê! Wey nazikê, wey esmerê! Mûlla Evîndar
JANA DIL Pel weşiyan li daristan Gul çilmisîn li gulistan Li dil dîsa zivistan Li dil jana Kurdan Wenda bû roja li esman Wenda bû hîva li şevan Wenda bû şewqa stêrkan Li dil jana Kurdan Berba bûn pelên payîzan Tunebû gotinek ji ezîzan Tunebû kesekî pêzan Li dil jana Kurdan Li vê derê, li van waran Tunebû taldeyekî dîwaran Tunebû hespekî siwaran Li dil jana Kurdan Mûlla Evîndar mullaevindar@gmail.com
Photo : Mûlla Evîndar Helbest / Şiir ŞEVEKE PAYÎZÊ Bar kirin çûçikên esman Pelên darê weşiyan Gul çilmisî Pêlên derya ketin xewê Îşev bajar bêdeng e Şev li min dirêj û teng e Esman tarî û bêreng e Bese were dereng e Îşev dil dîsa şeveder e Mîna hîva şevê şiyar e Îşev dil dîsa nobedar e Îşev dil dîsa evîndar e Li der stêrkên şevê Li hundir awirên te Bi ser min da dibarine Li vê şeva payîzê Mûlla Evîndar Türkçe Çevirisi: BİR SONBAHAR GECESİ Gökteki kuşlar göçtü Döküldü ağacın yaprakları S
ÇÛNA BER TEQE Pêkenok / Gülmece (Bi devoka Kurmancên Anatoliyê) Kurmancên Anatoliyê bi pencere re dibên "teqe". Li zemanê berê xort bişev diçûn ber teqê. Li ber pencereyê li keçika mêze dikirin, bi hev re deng dikirin. Ûsiv xwe çekir, ew jî bişev çû ber teqê. Wexta ku li ber teqê bû, kûçik xwe berdide Ûsiv, lingê Ûsiv diterişe û li erdê dikeve. Bavê keçikê deng dibihîze û tê. Bavê keçikê dibê: "Lo Ûsiv! Tu li vir li çi digerî?" Ûsiv dibê: "Xalo, diya min go here şeş nana deyn bike!". Xalo dibê "Kuro tu çi dibêjî! Diya te hîn hîro nan lêxist, ji me re jî kilor kirin!". Ûsiv şaş dibe ku çi bibêjê! Kûçik li hêle bû. Vê carê go "Min go ezê bidim kûçik xalo". Mûlla Evîndar mullaevindar@gmail.com
Yorumlar
Yorum Gönder