HÊVIYÊN QAÇAX
HÊVIYÊN QAÇAX Kemal li vê zivistana sar, li daristanê ku di nav berfê de mayî bitenê ma, rêberê wan û hevalên wî ji aliya polîs ve hatin girtin, wî xwe di kendalekî de veşart û ji dest jenderme û polîsan filitî. Pir diqelifî, divê ew zû xwe bavêje derekê, gund yan jî bajarê herî nêzik. Hinek bi rê çû, daristan bidawî bû, jixwe daristanekî pir biçûk bû. Li dûr nêrî, ruyê erdê ji berfê spî bû. Ew hinek din çû, daristan ma li dû, hêdî hêdî şev bi ser berfa spî de dihat, ruyê erdê spî, ruyê esman reş bû, dinya bû reş û spî. Li bergeha wî, li dûr xuya bû pencereyek bi îşqa zer, hundirê Kemal bi wê îşqa zer germ bû, bi lez heyna gava ber bi wê îşqê. Pir nêzik bû, xaniyekî mîna koşka bû, li kêleka xêni ambar, qerej, traqtor, otomobîl, bi sedan darên sêvan hebûn, gişk di bin berfê de bûn. Xuya kir ku ew warê cotkariyê ye. Di ber xêni re otoban derbas dibû, dirêj û zirav. Wekî din li jor bi hezaran îşq xuya dibûn, îşqên bajêr. Ew ê niha çi bike? Ew zimanê vî welatî nizane, ew deri