EVDAL
EVDAL
Evdal ji nîvro şunde her roj, ji xwe re derdiket, bi rê diçû, li perê zozanê, li nav giyayên rengîn, li siya darê destê xwe dikir bin guhê xwe û dest bi klaman dikir, bi çavên girtî, bênavber, wî tim distirî. Dinalî, dikalî, ji xwe derbas dibû. Dengê wî li esman belav dibû û bi ser zozanê de dihat. Dema ku wî çavên xwe vedikir tim dibînî ku derdora wî tiji însan bûye û wî guhdarî dikine. Her roj weha bû.
Navê wî, dengê wî, awazên wî li gund û zozanên derdorê jî îdî dihat zanîn. Ji wan deran jî dihatin li Evdal guhdarî dikirin.
Rojekî axayê gundekî ji dûr jî hat Evdal guhdarî kir, bi Evdal re go "were li koşka min bime, ji min re, ji mîvanên min re klaman bistirê, ezê biqasî tu dixwazî pere, zêr bidim te".
Evdal ewqas klam digotin wî cara pê pere qezenc nekiribû, ew teklîf bi wî balkêş hat, qebûl kir û dora din a rojê çû koşka axa.
Koşka axa mîna her şevê ji mîvanên wî tiji ye, ew ji xwe re sohbet dikine. Evdal li dawiyê rûniştiye. Ji vir, ji wir de gotin :
"De bêje ka tu ji me re çi klamê bêjî?",
"De bêje ka dengê te çawa ye?",
"Tu dengbêj î?".
Evdal li zozana xwe, li bin dara xwe bi dilê xwe ji xwe re klam digotin, paşê wî dîbînî ku derdora wî tiji guhdar bûye, lê niha? Niha li derdora wî rûniştine, ew sohbet, kêf dikine, dixwine, vedixwine û klaman dixwazine. Bi vî awayî klam gotin bi Evdal xweş nehat.
Dîsa deng hatin, dîsa yekî go :
"De bêjê lo, tu dengbêj î?"
Evdal destpê kir, stirî :
Ez dengbêj im
Ez ne sergêj im
Lê min rêya xwe şaş kir
Tiştek ne baş kir
Ji şûna xwe livîm
Hatim li we qelivîm
Klam ji dil de tên gotin
Bi zêr û zîv nayên gotin
Dengê wî, di koşkê hilnehat, li şeva tarî li nav stêrkan belav dibû.
Wî çend klamên din jî gotin û şev bi dawî bû. Wî bi axa re go "bi pere, bi zer û zîv klam gotin ne karê min e, li min biborîne, ezê sibe vegerim zozana xwe". Serê sibe zû ew vedigere mala xwe.
Mîna her rojekê Evdal dîsa li bin dara xwe ye. Deng û awaza Evdal dîsa bi ser zozanê de hat. Kesên li zozanê zû deng bihîstin, gotin :
"Rabin, rabin Evdal hatiye!".
Derdora wî dîsa tiji bû, Evdal distirî,
gerek nema jê bipirsin ku çima ew hatiye, wî di klama xwe de bersiv dida :
Li hêla avê dar e
Li siya darê Evdal e
Li ser avê yar e
Li dilê Evdal bihar e
Demsal bihar e
Evdal li siya çinar e
Berxa belek dikale
Evdal wek bilûrê dinale
Hevalno ez dilgiran im
Ji dil de bargiran im
Awaza li zozan im
Nalîna li şevan im
Dilê Evdal kanî ye
Şev û roj diherike
Dilên ziwa av dike
Dilên ziwa şa dike
Mûlla Evîndar
07.02.2020
Yorumlar
Yorum Gönder