JANA DIL - Mulla Evindar

JANA DIL

Pel weşiyan li daristan
Gul çilmisîn li gulistan
Li dil dîsa zivistan
Li dil jana Kurdan

Wenda bû roja li esman
Wenda bû hîva li şevan
Wenda bû şewqa stêrkan
Li dil jana Kurdan

Berba bûn pelên payîzan
Tunebû gotinek ji ezîzan
Tunebû kesekî pêzan
Li dil jana Kurdan

Li vê derê, li van waran
Tunebû taldeyekî dîwaran 
Tunebû hespekî siwaran
Li dil jana Kurdan

Mûlla Evîndar 
mullaevindar@gmail.com




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar