ŞIVANEKÎ CEMÊR "Ele Hecî" Roj diçû ava, şekil û şewqa xwe wenda dibû. Ku roj çû ava keriyên pez diketin rêzê dihatin mal. Mîna keştiyên ku di nav derya de li dû xwe rêçên avê çê dikin, keriyên zozanan jî li dû xwe bi toz û dûman dîmenek spî û xweşik çêdikirin. Keriyên pez yek bi yek gişk hatin ser malê, ji xeynî yekî. Tenê yek nehat. Şev bû, wext çû, ne kerî hat, ne jî şivanê xwe Hemo. Li nav keriyê Hemo bêlên gund jî hebûn, her yek li benda bêla xwe bû. Dereng dereng li dûr dengê keriyek pez, dengê kûçikan hat. Şivan û gundî yên zozanê, malbata Hemo bi lez, bi meraq meşiyan ber bi kerî çûn. Pezê Hemo bû. Hemo li ser kerê ye, serçav bi xwîn, seri qeliştî ye, laş û kinc di xwînê de ma ne. Jê pirsîn, wî bersiv da, go: "Pez xweş diçeriya, min pêşi lê negirt, min go ma / bila pez here heta dera ku dihere. Ew çû, ez çûm, em nêzikê zeviyên gundê Omera bû. Ji jor de siwarek li ser hesp hat, go 'pezê te ketiye zeviyê', min go 'tu kî yî?' go