GOVENDA NEWROZÊ Werin keçikno Bi eşqa Zînê! Werin lawikno Bi eşqa Memê! Werin coşiyê Werin dostiyê! Werin bi klam û sozê Bigirin govenda Newrozê! Keç û xort tev xemilîn Hatin govenda rengîn Stran, klam şiyar bûn Bo Newrozê sîwar bûn Werin Newrozê, stranan bên tev! Werin govendê, destan bidin hev! Keç û xort evîndar in Ji dil da tev sozdar in Evîna wan pir kûr e Ji Mem û Zîn ne dûr e Werin keçikno, bi eşqa Zînê! Werin lawikno, bi eşqa Memê! Kûlîlk vebûn reng bi reng Çûçik hatin deng bi deng Bihar hat her der xweş e Coşî li her der geş e Werin Newrozê, Newroza gelan! Werin sersalê, sersala Kurdan! Werin govendê, bigrin destmalê! Werin dîlanê, ji bo sersalê! Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar