SÎWARA DIL
SÎWARA DIL (Xewn) Derya zelal û şîn bû Pêl bi pêl xweş diçeliqî Keştiyek hat Li giravê rawestî Min pirsî ji pêzanan Min go : Çi ye ev xewn? Gotin : Derya tu yî Girav dilê te ye Keştî sîwara dilê te ye Li bendê be Li dilê te ew ê peya bibe Mûlla Evîndar 10.04.2020