ŞERPI RIVANDIN - Mûlla Evîndar

ŞERPI RIVANDIN

Çîrok

(Ji herêma Kurdên Anatoliyê)

Miço dilê xwe li Dîlanê ye, evîndarê Dîlanê ye. Ji ber ku Dîlan cîrana xwe ye, her roj, her wext Miço Dîlanê dibîne. Di dilê wî da jana hezkirinê di devê wî da tim navê Dîlanê!

Miço jî, Dîlan jî hîn biçûk in, 17 salî ne.

Berzewac in.

Dîlan bi fêdi ye, dilgirtin li gund eyb e. Dê û bavê Dîlanê dil hene ku keça xwe bidin pismamê wê, naxwazin bidin Miço.

Dîlan rokê bi diya xwe re dihere bazara gund, li wir ji bazarê tiştê xwe distînin, li çûnê dibînin ku yek li wir şerpiyan difroşe, şerpiyên rengîn û pir rind difroşe. Diya Dîlanê dibê "Dîlan tu êdî mezin î, em ji te re du şerpiya ji vir bîstînin, bide serê xwe". Şerpiyên xwe distînin û diherin.

Dîlan li mal li ber neynikê şerpiya xwe dide serê xwe, li xwe mêze dike û bi xwe pir qayîl dibe, pir jê hez dike. Dîlan bi hewêseke mezin şerpiya xwe dide serê xwe û derdikeve ji mal, berve kaniyê dihere ku çatiyê xwe tiji av bike. Wexta ku ew ji mal bi serê bi şerpi derket, Miço jî ew dît. Kêfek li Miço peyda dibe.
Li ser rêya Dîlanê gundî, dost, cîran dibên:

"bi xêr be" ,

"pir rind e" ,

"tu êdî mezin bûyî" ,

"tu êdî ne zarok î, tu keçikeke mezin î",

"keçikekê sed mal dixwaze, yek dibe"...

Miço çend sal in, li benda Dîlanê ye ku ew şerpiyê bide serê xwe, bi heyşt çava li benda vê rokê bû. Ew plana xwe amade dike, rokê ku Dîlan ji ser kaniyê hat ew ê şerpiyê ji seri bikişîne û birevîne.

Li zemanê berê ku şerpiya keçikekê hate revandin ew ji wê re dibû leke û ku kîjan xortî şerpi revand, mecbûr diman, keçik didan wî.

Miço bi xwenga xwe re dibê "ezê so(sibe) şerpiya Dîlanê birevînime, tu dibê çi?".

Xwenga wî bi her tiştekî wî elm, agahdar bû, dibê "so(sibe) dereng e, Husîn jî dilê xwe di Dîlanê da ye, ku wî di ber te şerpi rivand tu yê çi bikî!".

Ji ber ku dilê xwenga wî jî berve Husîn bû. Miço li ser van gotinan ji cî da vetenciqe, radibe û bi heyecan dihere li ber rêya Dîlanê datiweste.

Wexta ku xortekî ku şerpiya keçikekê revand divê li wê deqqe pir kes bibîne. Ew dibîne ku li ser rêya kaniyê, li jor li sîya dîwarekê xêni pir jin rûniştine, li nav jinan Bêrîvana muzewir jî heye. Ji bo ku li gund agahiya şerpi revandin belav bibe, Miço li ber wan li benda Dîlanê dibe.

Dîlan hat, Miço şerpi rivand, her kes dît, Bêrîvana muzewir li gund belav kir.

Li gund belav bû, li her derê dibên:

"Miço şerpiya Dîlanê rivandiye!"

"Nave Dîlanê bi Miço re derketiye!"

"Dilê Miço ketiye Dîlanê!"

"Ew qeder e!"

"Dîlan qedera Miço ye!"

 Bi ser van gotinan da mezin tên ba hev nîşana Miço
û Dîlanê dikin. Miço bi kêfekî dige muradê xwe.

Xwenga Miço jî şerpiyê dide serê xwe bi hêviya ku Husîn şerpiya wê birevîne. 

Mûlla Evîndar
mullaevindar@gmail.com

04.12.2016

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar