Dupiyê Hesî Xofe - Mulla Evindar
DUPIYÊ HESÎ XOFE
Haye haye keke min haye
Hiro sisene dibare berf û ba ye
Çûme sere pire peze teyî te ye
Bisk berdane mîna gayî cuta ye
Şêro şêro
Deme deme keke min deme
Peze teyî diçere li gereme
Çûme gunde Dedelera
Min go xunga Qere Hesen bi xe me
Şêro şêro
Berfa barî ji bîra min nare
Kûçike keriya qare qare
Kûçike te kûçikekî ker e
Hiro li ser goma te li te digere
Haye haye keke min haye
Hiro sisene dibare berf û ba ye
Berhevkar û Stranbêj : Mûlla Evîndar
Çavkanî : Oske Malê Ele
Berhem : Rehma Xofe
Herêm : Anatoliya Navîn (Bi devoka Reşiyan)
Yorumlar
Yorum Gönder