GULFIROŞ / Cîgerxwîn
Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk : Mûlla Evîndar
GULFIROŞ
Ez ji xew rabûm gulfiroşek dî
Pir gelek şa bûm gul bi dil didî
gul bi dil didî
Hebû me yek dil tev jan û kul bû
Nebûme bawer gul bi dil bidî
gul bi dil bidî
Bazar me kir go : "Ser bi ser nadim
Ê gulperest bî can û dil didî
can û dil didî"
Min go : "Kî didî can û dil bi gul?"
Go : "Ev bazar e, dil bi kul didî
dil bi kul didî"
Min can û dil da, dil kirye qêrîn
Go : "Ho Cîgerwîn dil bi gul didî
dil bi gul didî"
OFFICIAL
❤
https://m.facebook.com/mullaevindar
https://www.smule.com/MullaEvindar
https://www.instagram.com/mullaevindar
https://mullaevindar.blogspot.com
#mullaevindar
Yorumlar
Yorum Gönder