KEVOKÊ






KEVOKÊ

Ay lê kevokê kevokê
Gogirçiyê ax revokê
Were ber pencere were
Çend gotinan bêm ji te re

Çend sal in ez koçber bûme
Ji welatê xwe dûr bûme
Silavekê bibe welat
Xeberekê bîne ji welat
*
Ay lê kevokê kevokê
Gogirçiyê ax revokê
Baskên xwe tu fireh veke
Çiya û behran derbas ke

Li Çemê Ferat raweste
Qultek ava sar jê vexwe
Dilopekê bi xwe re bîne
Li ser pencereyê dîne
*
Ay lê kevokê kevokê
Gogirçiyê ax revokê
Li esmanê me bifire
Baskên xwe veke bigire

Bifire li ser Behra Wanê
Li Ararat û Sîpanê
Ji wan deran gulek bîne
Li ser pencereyê dîne

Diyar diyar tu bigere
Ji welat li min vegere

Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar