ŞIVANEKÎ CEMÊR "Ele Hecî" - Mulla Evindar
ŞIVANEKÎ CEMÊR
"Ele Hecî"Roj diçû ava, şekil û şewqa xwe wenda dibû. Ku roj çû ava keriyên pez diketin rêzê dihatin mal. Mîna keştiyên ku di nav derya de li dû xwe rêçên avê çê dikin, keriyên zozanan jî li dû xwe bi toz û dûman dîmenek spî û xweşik çêdikirin.
Keriyên pez yek bi yek gişk hatin ser malê, ji xeynî yekî. Tenê yek nehat. Şev bû, wext çû, ne kerî hat, ne jî şivanê xwe Hemo.
Li nav keriyê Hemo bêlên gund jî hebûn, her yek li benda bêla xwe bû. Dereng dereng li dûr dengê keriyek pez, dengê kûçikan hat. Şivan û gundî yên zozanê, malbata Hemo bi lez, bi meraq meşiyan ber bi kerî çûn. Pezê Hemo bû.
Hemo li ser kerê ye, serçav bi xwîn, seri qeliştî ye, laş û kinc di xwînê de ma ne.
Jê pirsîn, wî bersiv da, go: "Pez xweş diçeriya, min pêşi lê negirt, min go ma / bila pez here heta dera ku dihere. Ew çû, ez çûm, em nêzikê zeviyên gundê Omera bû. Ji jor de siwarek li ser hesp hat, go 'pezê te ketiye zeviyê', min go 'tu kî yî?' go ez 'parêzgerê / bekçiyê zeviya me'. Min go 'tu şaş î, pezê min nekete zeviyê' wî go 'tu him ne ji vî gundî yî, him jî li hember min derdikevî' şiva xwe ji nişkava derxist li min xist û berxeke çê jî, ji nav pez girt, hilda ser hesp û çû".
Her kesî ew heta dawiyê guhdarî kir, yek ji van jî Ele Hecî bû. Ele Hecî, didanên xwe guvişîn û ji Hemo tenê tiştek pirsî. Go "ew zeviyên ku tu dibê li kudere ne?". Hemo jê re şûn go şunde Ele Hecî go "dereng e, bese em herin, belav bibin", bi Hemo re dibê "derbasî be" û dihere radikeve Ele Hecî.
Seda zû ye, berbang e, roj tarîtiya li esman diqelişîne, hewa hênik e. Dem dema pez rakirinê ye, Ele Hecî ji xew rabû xwe amade kir, tera xwe ji tiştê xwarinê tiji kir, kûpê avê ji avê tiji kir, şiva xwe ya ji dara meşe heyna û berê xwe da zeviyên gundê Omera.
Ele Hecî, qet pezê xwe wir de nedibir lê îro pezê xwe rakir û beri wir de kir, çû.
Ele Hecî pez nêzikê zeviyên wê derê kir, li dor xwe mêze kir, ti kes tunebû. Go heta ku parêzgerê / bekçiyê zeviyan tê ez ji vir narim.
Siwarek bi hespê xwe xuya bû, bi toz û dûman, bi lez ber bi Ele Hecî hat û dawestî.
Go "şivano tu kî yî?"
Ele Hecî go "ez şivanê vî pezê me, tu kî yî?"
Ji xwe bi bawer go "ez parêzgerê van zeviyan im".
Ele Hecî : "Baş e, bixêr hatî, ser seran, ser çavan".
Parêzger: "Tu ji kîjan gundî yî?"
Ele Hecî: "Ez ji gundê Xelika me, zozanên me ji vir ne pir dûr in".
Parêzger: "Te pez berdaye zeviya".
Ele Hecî kêfek lê peyda bû, di dilê xwe de go "mîna çîroka Hemo dihere".
Ele Hecî: "Keremke were rûne".
Parêzger çavên xwe li nav pez digerandin, berxeke çê îşaret kir go "wê berxê bîne ji min re ezê te ef bikim".
Ele Hecî: "Tu heta vê derê hatî, ez te bê av, bê dew bernadim, ji hesp peya bibe were".
Parêzger ji hesp dehat. Dema ku ew ji hesp dehat wî xwe wek şêrê daristanekê dibînî.
Ele Hecî: "Şiva xwe jî bîne".
Parêzger: "Çima?"
Ele Hecî: "Cemêr, mêrxas bêxeber li însên nexin".
Awirê şêrê daristan hat guherîn.
Ele Hecî: "Heramî, talankar qet ti car cemêr, mêrxas nabin".
Parêzger meşiya, li şûna şivê ji tera hespê xwe kêreke dirêj derxist.
Ele Hecî go "min ji te re bi şivê pênç lêxistin eyar kiribûn lê yek bes e". Carekê bi hêz, bi şivê li stûyê wî xist, bi wê lêxistinê ew gêj bû, li erdê ket, kêr ji dest de ket.
Ele Hecî dest û lingên wî bi bizbenê girêdan, hilda ser hesp, vê care jî li ser hesp ew di hesp girêda, kendir di wî nûr kir. Hevsarê hesp di kera xwe girêda, berê pez ber bi zozana xwe kir û hêdî hêdî çû.
Li rê parêzger li ber Ele Hecî geriya, gotin li ser gotinê go :
"min berde, hespê xwe bidim te",
"min berde, zêrên xwe bidim te",
"min berde, çiqes pere dixwazî bidim te".
Lê fêde nekir. Ele Hecî mîna ku qet tiştek nebihîst bi riya xwe de dewam kir.
Pez hat, kete nav zozanê.
Zarokên ku li mêrgê dilîzin dîtin ku Ele Hecî bi vî awayî tê. Zarok bang dikin, xeberê didin gundî û şivanan. Her kes pê dihese. Gişk rabûn ber bi keriyê Ele Hecî hatin.
Ele Hecî go "ji heramiyan cemêr, mêrxas dernakevin lê ji ber ku li hember wan meydan vala ye, ew xwe cemêr, mêrxas dizanin".
Ele Hecî hevsarê hesp da dest zarokan û bi zarokan re go "li nav zozanê bi vî awayî bigerînin û paşe jî li mêrgê, berê hesp ber bi gundê wî bikin û berdin".
Zarokan ew li nav zozanê bi wî awayî gerandin, her kes rabû sêr kir. Paşê çûn mêrgê, parêzger li wir li ber zarokan jî geriya, go van girêyên ben vekin. Lê fêde nekir.
Zarokan bi wî awayî berê hesp ber bi gundê Omera kirin, hevsar ji serê hesp rakirin, li paşiya hesp xistin û hesp berdan.
Hesp bi loqan meşiya, suretî xwe girt û bi çargavkî ber bi gundê xwe bi lez meşiya û wenda bû.
Mulla Evindar
24.04.2016
TÊBINÎ
Cemêr : Mêrxasê ku ji ti kesî natirse.
Bêl : Şivan pezê çend malan digihîne hev û pê keriyekî çêdike, pezê her malekê "bêl" e. Li vir kerî ji bêlan pêkhatiye.
Seda : Sibeh
Parêzger / Bekçî : Kesên ku derekê diparêzin. Kurdên Anatoliyê dibên "Bekçî", bi Tîrkî jî weha dibên.
Ma / Bila : Kurdên Anatoliyê li şûna "bila" dibên "ma".
Ter : Xurcê li ser pişta hesp, kerê ku şivan tiştê xwe dikênê.
Heynandin : Hilanîn. Mîna ku hatiye gotin "Şiv heyna".
Bizben : Pezbend. Ben e, şivan ku şeveder ma bi hêlekê lingê bizin yan jî miyê girêdide, hêla din jî lingê xwe pê girêdide, bi vî awayî dema ku pez diçe şiva
Sêr kirin : Temaşe kirin.
Loq : Dema ku hesp yan jî ker bi gavên biç dimeşe, jê re dibên "bi loqan dihere", taybetiyek wê meşê heye, heywan paz nade, heta ku bi çargavkî here ew pê sûretê xwe digire.
(Li herêma Anatoliyê, Kurdên Reşwan van peyvan bi vî awayî bikar tînin)
Yorumlar
Yorum Gönder