KARWAN
KARWAN
(Koçberên Anatoliyê)
Seda zû ji xewa şîrîn
Şîlan şiyar bû bi qîrîn
Ji xeweke kûr venciqî
Xewa çava lê miçiqî
Şîlan zarok e
Şîlan keçek kurd e
Li bayê seda
Li eyazê seda
Şîlanê nizanî ew çi ye
Ketibûn rêze malbat
Karwan amade bû ji bo çûnê
Karwana koçberiyê li rê bû
Şîlanê nizanî bi ku ve û çima ewê herin
Ketin rêze, gişk sîwar bûn
Kal û pîr, keçik û xort tev
Bûk û zava, zar û zêç tev
Tev ketin rê, tev bûn rêwî
Kete rê karwana koçberan
Kete rê
Birêket karwan çû
Toz û dûman li dû
Derketin ji hembêza warê xwe
Derketin çûn ew mêrxas
Derketin çûn ew gernas
Niha bûn koçber ber bi warên nenas
ber bi warên nenas
Kok ji axa xwe veqetî
Dil ji canê xwe veqetî
Li wan deran hiştin hêlîn
Li dû man zeviyên heşîn
Li dû xwe Şîlanê nêrî
Bi çavên kelegirî
Li dû wan ma şûna çîrokê
Li dû wan ma rêça dîrokê
Dest berdan ji ava kaniyên zelal
Çeman bi pêlên xurt deng dan
li dû wan!...
Dest berdan ji warê bav û kalan
Her tişt wenda bû li ber çavan
Berba bû dîrok li wan deran
Gav bi gav çûn ew gernas
Şev û roj ber bi warên nenas
Li dû xwe hiştin çiya û banî
Li dû xwe hiştin çem û kanî
Şîlan ji hembêza warê xwe dûr bû!...
Kanî diherikî li dû!...
Karwan çû!...
Çû û venegeriya!...
Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar
Yorumlar
Yorum Gönder