Kayıtlar

Temmuz, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

GÜNLERİMİZ

Resim
GÜNLERİMİZ Sensiz bir sessizlik Sessiz bir sensizlik Sende bensizlik Bende sensizlik Günlerim sensiz Günlerin bensiz Akıp gidiyor sessiz Mûlla Evîndar 

DIL MA BITENÊ - Mulla Evindar

Resim
DIL MA BITENÊ Roj wenda bû li esman Hîv wenda bû li şevan Bejna te wenda bû li ber çavan Ne dengê pelên darê Ne jî dengê pêlên derya hebûn Dengê te li nav bêdengiyê Awirên te li nav tenêtiyê                           berba bûn Mûlla Evîndar  mullaevindar@gmail.com 

ZEVIYE ÎSAL Ê ÇING IN? - Mulla Evindar

Resim
"ZEVIYE ÎSAL Ê ÇING IN?" (Bi devoka Kurdên Anatoliyê)  -pêkenok an çîrok, hûn biryarê bidin- Xelîl li gundê xwe zewaca xwe kir, ji zewacê şun de ji bo şixulandine derdikeve Awrûpe û tê ye Almanya ye. Ew bi ci, bi şûn û war dibe. Çavê wî tim li jina ye. Cîraneke wî Alman heye, navê xwe Suzan e. Suzan bi Xelîl pir rind tê, pir dixwaze bi wê re dengke, bibe dost, va ji wî re dibe xeyaleke ku meri tênege. Her ro Suzan ku ji kar tê, di ber mala Xelîl re derbas dibe, lê qet ti car li Xelîl mesnake. Suzan dibîne ku Xelîl tim lê mesdike, ew  silavê dide Xelîl û di wî re dikene, Xelîl ji hev da dixele û dihele, ew destê xwe di hev da mist dide û dibê "Dilê jinika Alman jî berve min e". Ew bi ve pir xenê, pir kêfxweş dibe.  Roke din dîsa Suzan ji kar derketîye û di ber mala Xelîl re derbas dibe, mes dike ku Xelîl dîsa lê mesdike, ew bi Xelîl re dibê "Eger wexta te heye em bi hev re tiştekî xwe li derekê vexwin". Xelîl bi vê daxwazê şa dibe, qebûl di...