Kayıtlar

Helbest etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

KEÇA REŞWAN

KEÇA REŞWAN Keça Reşwan çi bela ye Ji xwe xweş e çi fena ye Lê keçê xwe çeng meke Min dîsa gêj û dîn meke Mûlla Evîndar  (Bi zarê Reşwanî)

DENGBÊJ

DENGBÊJ Dilê wan wek koz e Devê wan tiji soz e Awaza wan tê ji dil Dinalin wek bilbil Mûlla Evîndar  29.03.2020

SENİ DÜŞÜNMEK / Nazim Hikmet (Kürtçe)

SENİ DÜŞÜNMEK Seni düşünmek güzel şey, ümitli şey, dünyanın en güzel sesinden, en güzel şarkıyı dinlemek gibi bir şey... Fakat artık ümit yetmiyor bana, ben artık şarkı dinlemek değil, şarkı söylemek istiyorum... Nazım Hikmet ❤ LI SER TE FIKIRÎN Tiştekî xweş e li ser te fikirîn, tiştekî bi hêvî ye, ji dengê herî xweş ê dinyayê, tiştekî mîna strana herî xweş ku guhdarî bikî ye... lê êdî hêvî ji min re ne bes e, ez êdî naxwazim stranê guhdarî bikim, dixwazim stranê bistirêm... Nazım Hikmet Çeviri / Werger : Mûlla Evîndar (Nazim Hikmet'in "Seni düşünmek güzel şey" şiirinin Kürtçe çevirisi) (Helbesta Nazim Hikmet bi Kurdî)

FATOŞ

Resim
FATOŞ Min gulek stand ji gulfiroşê Da dest keça xweşik Fatoşê Go "Çi ye ev gul?" Min go "Hat ji dil" Keniya bi bejna zirav û xoş Di dil de dada agirek bi coş Mûlla Evîndar  ❤

ÎŞEV

ÎŞEV Îşev şev şeva me ye Saz, bilûr li ba me ye Dîlan û dansa me ye Îşev şev şeva me ye Dem dema biharê ye Şeva min û yarê ye Li der dengê şalûrê Li hundir ya bilûrê Nalînek kûr tê ji saz Yara min dîsa bi naz Îşev şev şeva me ye Evîn evîna me ye  Mûlla Evîndar 

BÛKA BARANÊ

Resim
BÛKA BARANÊ Esman lerizî Baran herikî Baran sekinî Esman xemilî Mûlla Evîndar 

KEVOKÊ

Resim
KEVOKÊ Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Were ber pencere were Çend gotinan bêm ji te re Çend sal in ez koçber bûme Ji welatê xwe dûr bûme Silavekê bibe welat Xeberekê bîne ji welat * Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Baskên xwe tu fireh veke Çiya û behran derbas ke Li Çemê Ferat raweste Qultek ava sar jê vexwe Dilopekê bi xwe re bîne Li ser pencereyê dîne * Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Li esmanê me bifire Baskên xwe veke bigire Bifire li ser Behra Wanê Li Ararat û Sîpanê Ji wan deran gulek bîne Li ser pencereyê dîne Diyar diyar tu bigere Ji welat li min vegere Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 

WÊNENAME / RESİMNAME

Resim
Wêne û Helbest : Mulla Evindar WÊNENAME / RESİMNAME Li vê sedsala nû di wêje de, bi taybetî jî di warê helbestê de rêbazeke nû, şêwazeke nû destpê dike. Di berika herkesî de telefonê mobîl ku wêneyan dikşîne heye û em her kêlî û rewşa xwe bi wan telefonan dikşînin û car carna jî li bin, li ser, li hundir van wêneyan çend gotin, helbest û hwd. dinivîsin. Ji ber ku gotin yan jî helbest ligel wêne ye, wêne bi peyvan re alîkarî dike û wateya hevokan temam dike, xurt dike. Bi vî awayî jî stîleke nû, şêwazeke nû di wêje de li cîhanê destpê dike. Min navê vê rêbazê li ba xwe kir "wênename". / Bu yeni yüzyılda biz belki farkında olmadan edebiyatta, özellikle de şiirde yeni bir akım, yeni bir tarz başladı ve gelişiyor. Herkesin cebinde kameralı telefonlar var ve bu telefonlarla her anımızı, her durumumuzu çekip resimliyoruz sonra altına, üstüne ya da içine yazılar yazıyoruz. Bu yazılar resimden ayrı olmadığı için resim kelimelere yardımcı olmakta, cümleleri tamamlama

DÛR û BITENÊ

DÛR û BITENÊ Min dar dîtin        Ji daristanan dûr û bitenê Min çiya dîtin        Ji çiyarêzan dûr û bitenê Min girav dîtin        Ji komgiravan dûr û bitenê Min li xwe nêrî        Ji her kesî dûr û bitenê Mûlla Evîndar  10.04.2020

SÎWARA DIL

SÎWARA DIL (Xewn) Derya zelal û şîn bû Pêl bi pêl xweş diçeliqî Keştiyek hat Li giravê rawestî Min pirsî ji pêzanan Min go : Çi ye ev xewn? Gotin : Derya tu yî Girav dilê te ye Keştî sîwara dilê te ye Li bendê be Li dilê te ew ê peya bibe Mûlla Evîndar  10.04.2020

HELBEST

HELBEST Dil bêhest Wêje bêhelbest  nabe Mûlla Evîndar  ❤

DILÊ HOZAN

DILÊ HOZAN Dilê hozan kanî ye Şev û roj diherike Dilên ziwa av dike Dilên ziwa şa dike Mûlla Evîndar 

AWIRÊN TE

AWIRÊN TE Mîna gulekê pişkivîn Di dilê min de Mûlla Evîndar  ❤

MUZÎK / MÜZİK

MUZÎK Muzîk zimanê dil e Nîjada dil tune ye Lewma muzîk gerdûnî ye Mûlla Evîndar  ❤ MÜZİK Müzik yüreğin dilidir Yüreğin ırkı yoktur Ondan dolayı Müzik evrenseldir Mûlla Evîndar 

DENGBÊJÎ

DENGBÊJÎ Deng û bêje hatin cem hev Dil hate ziman Mûlla Evîndar  04.03.2020

Îro Newroz e

Resim
Photo by Mûlla Evîndar 

KESÊ BÊDIL / AŞKSIZ ADAM

Resim
KESÊ BÊDIL Eger tu bê dil î Kevirekî bi cil î Mûlla Evîndar  * * * AŞKSIZ KİŞİ Yoksunsan aşktan Farksızsın taştan Mûlla Evîndar 

SÎNGÊ TE

SÎNGÊ TE Sîngê te Mîna esman fireh e Lê wenda dibim Sîngê te Mîna azadiyek bêsînor e Pê sermest dibim Sîngê te Mîna deryayek şîn e Lê ajne dikim Sîngê te Mîna kendalekî ye Xwe lê vedişêrim Mûlla Evîndar  18.01.2020

Mem û Zîn

Resim
MEM û ZÎN Ew Memê Alan e Li Cizra Botan e Bi nav û nîşan e Qedrê xwe giran e Barê wî evîn e Evîna wî Zîn e Zîn ji wî re jîn e Dil pê gêj û dîn e * * * Zîn keça Kurda ye Wek hîva şeva ye Wek bêhna gula ye Îlhama dila ye Eşqa wê firî Mem Evîn li dil bû çem Şev û roj û herdem Herikî tim li cem * * * Dîroka Kurda ye Çîroka Kurda ye Bengîniya me ye Rengîniya me ye Navê xwe şîrîn e Şewq dide bi tîn e Ew jan û evîn e Yanî Mem û Zîn e  Helbest û Muzîk : Mûlla Evîndar 

WERE KEÇÊ

Resim
WERE KEÇÊ Ez li te pir geriyam Were keçê tu li ku yî Li vî bajarê yadan Were keçê tu li ku yî Wenda bû ew bejna te Were keçê tu li ku yî Ez mam tim li benda te Were keçê tu li ku yî Îşev bajar bêdeng e Were keçê tu li ku yî Bese were dereng e Were keçê tu li ku yî Gotin : Mûlla Evîndar  Muzîk : Anonîm