Kayıtlar

Stran etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

KEVOKÊ

Resim
KEVOKÊ Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Were ber pencere were Çend gotinan bêm ji te re Çend sal in ez koçber bûme Ji welatê xwe dûr bûme Silavekê bibe welat Xeberekê bîne ji welat * Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Baskên xwe tu fireh veke Çiya û behran derbas ke Li Çemê Ferat raweste Qultek ava sar jê vexwe Dilopekê bi xwe re bîne Li ser pencereyê dîne * Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Li esmanê me bifire Baskên xwe veke bigire Bifire li ser Behra Wanê Li Ararat û Sîpanê Ji wan deran gulek bîne Li ser pencereyê dîne Diyar diyar tu bigere Ji welat li min vegere Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 

ŞEV Û ROJ EZ DIHERIM

Resim
ŞEV Û ROJ EZ DIHERIM  Rêya min dirêj, zirav e Şev û roj ez tim diherim Nizanim halê min çi ye Şev û roj ez tim diherim Çil û neh sal li van rêyan Li deşt û çiya, li çolan Mam e xerîb li van deran Şev û roj ez tim diherim Eger em bifikirin kûr Em ê hertim bibînin dûr Wek deqîqe rê diçe zû Şev û roj ez tim diherim Helbest û Muzîk : Aşık Veysel Werger / Çeviri : Mûlla Evîndar  UZUN İNCE BİE YOLDAYIM Uzun ince bir yoldayım Gidiyorum gündüz gece Bilmiyorum ne haldeyim Gidiyorum gündüz gece Kırk dokuz yıl bu yollarda Ovada, dağda, çöllerde Düşmüşüm gurbet ellerde Gidiyorum gündüz gece Düşünülürse derince Uzak gözükür görünce Yol bir dakka miktarınca Gidiyorum gündüz gece Şiir & Müzik : Aşık Veysel

Mem û Zîn

Resim
MEM û ZÎN Ew Memê Alan e Li Cizra Botan e Bi nav û nîşan e Qedrê xwe giran e Barê wî evîn e Evîna wî Zîn e Zîn ji wî re jîn e Dil pê gêj û dîn e * * * Zîn keça Kurda ye Wek hîva şeva ye Wek bêhna gula ye Îlhama dila ye Eşqa wê firî Mem Evîn li dil bû çem Şev û roj û herdem Herikî tim li cem * * * Dîroka Kurda ye Çîroka Kurda ye Bengîniya me ye Rengîniya me ye Navê xwe şîrîn e Şewq dide bi tîn e Ew jan û evîn e Yanî Mem û Zîn e  Helbest û Muzîk : Mûlla Evîndar 

WERE KEÇÊ

Resim
WERE KEÇÊ Ez li te pir geriyam Were keçê tu li ku yî Li vî bajarê yadan Were keçê tu li ku yî Wenda bû ew bejna te Were keçê tu li ku yî Ez mam tim li benda te Were keçê tu li ku yî Îşev bajar bêdeng e Were keçê tu li ku yî Bese were dereng e Were keçê tu li ku yî Gotin : Mûlla Evîndar  Muzîk : Anonîm

GEL GÖR BENİ AŞK NEYLEDİ (Kürtçe)

Resim
WERE HALÊ MIN BIBÎNE Ez diçim, dil dişewite Bi eşqê tev boyax bûme Ez ne paqil, ne jî dîn im Were halê min bibîne Were were halê min bibîne Eşqê ez kirim çi halî Geh ez têm mîna bahozan Geh mîna xubara rêyan Geh bi coş mîna lehiyan Were halê min bibîne Were were halê min bibîne Eşqê ez kirim çi halî Ez Yûnusê bêçare me Ji ber eşqê aware me Laşê min tev bi birîn e Were halê min bibîne Were were halê min bibîne Eşqê ez kirim çi halî Gotin : Yunus Emre Muzîk : Anonim / Gelêrî Werger / Çeviri : Mûlla Evîndar * * * GEL GÖR BENİ AŞK NEYLEDİ Ben yürürüm yane yane Aşk beni boyadı kane Ne akilem, ne divane Gel gör beni aşk neyledi Gel gör beni beni aşk neyledi Derde giriftar eyledi Kah eserim yeller gibi Kah tozarım yollar gibi Kah coşarım seller gibi Gel gör beni aşk neyledi Gel gör beni beni aşk neyledi Derde giriftar eyledi Ben Yunus-u biçareyim Aşk elinden avareyim Baştan aşağa yareyim Gel gör beni aşk neyledi Gel gör beni beni aşk

KARWAN

Resim
KARWAN (Koçberên Anatoliyê) Seda zû ji xewa şîrîn Şîlan şiyar bû bi qîrîn Ji xeweke kûr venciqî Xewa çava lê miçiqî Şîlan zarok e Şîlan keçek kurd e Li bayê seda Li eyazê seda Şîlanê nizanî ew çi ye Ketibûn rêze malbat Karwan amade bû ji bo çûnê Karwana koçberiyê li rê bû Şîlanê nizanî bi ku ve û çima ewê herin Ketin rêze, gişk sîwar bûn Kal û pîr, keçik û xort tev Bûk û zava, zar û zêç tev Tev ketin rê, tev bûn rêwî Kete rê karwana koçberan Kete rê Birêket karwan çû Toz û dûman li dû Derketin ji hembêza warê xwe Derketin çûn ew mêrxas Derketin çûn ew gernas Niha bûn koçber ber bi warên nenas                                ber bi warên nenas Kok ji axa xwe veqetî Dil ji canê xwe veqetî Li wan deran hiştin hêlîn Li dû man zeviyên heşîn Li dû xwe Şîlanê nêrî Bi çavên kelegirî Li dû wan ma şûna çîrokê Li dû wan ma rêça dîrokê Dest berdan ji ava kaniyên zelal Çeman bi pêlên xurt deng dan                                      li dû wan!...

DILA MEGIRIN - Mulla Evindar

Resim
DILA MEGIRIN  Dila megirin, dilê zor in Va dilana heş ji sere min birin Keçike niha çi bela ne Ji xe xwaş in, çi fena ne Telefon ketin berî ye Dilgirtin li ber derî ye Oy oy keçê xe çeng meke Di telefon da deng meke Seda rawûm xew li ser min Mala rinda min li ber min Dîlbera min cîrana min e Zalim dîsa li rêya min e Şîroveya Gotinê : Mûlla Evîndar 

OY OY ETÊ

OY OY ETÊ Oy oy etê! Oy oy etê! Keçika rind a ku dilê min ketê Rinda min dane lawkê metê Sere dile min kêr lêketê Şevê riş in ditirsime Zivistane diqelifime Şevê riş in ditirsime Heyam sar ein diqelifime Î ku di navberê min-wê keve Xençera tûj li dil keve Oy oy etê! Oy oy etê! Keçika rind a ku dilê min ketê Rinda min dane lawkê metê Sere dile min kêr lêketê BI DEVOKA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN

GULFIROŞ / Cîgerxwîn

Resim
Helbest : Cîgerxwîn Muzîk : Mûlla Evîndar  GULFIROŞ Ez ji xew rabûm gulfiroşek dî Pir gelek şa bûm gul bi dil didî                                gul bi dil didî Hebû me yek dil tev jan û kul bû Nebûme bawer gul bi dil bidî                             gul bi dil bidî Bazar me kir go : "Ser bi ser nadim Ê gulperest bî can û dil didî                          can û dil didî" Min go : "Kî didî can û dil bi gul?" Go : "Ev bazar e, dil bi kul didî                               dil bi kul didî"  Min can û dil da, dil kirye qêrîn Go : "Ho Cîgerwîn dil bi gul didî                                 dil bi gul didî" OFFICIAL  ❤ https://m.facebook.com/mullaevindar  https://www.smule.com/MullaEvindar  https://www.instagram.com/mullaevindar  https://mullaevindar.blogspot.com  #mullaevindar

Leylim Ley (Kürtçe) - Mulla Evindar

Resim
LEYLÎM LEY Ez bûm peleke ji darê weşiya Leylîm ley Bayê sibe were min berba bike Leylîm ley Heyne bibe dûr xubara min ji vir Leylîm ley Bavêje ser ew lingê xwas a yarê Leylîm ley Şewqa hîvê dide ser vî sazê min Leylîm ley Li ser şora min kes ti şorê nake Leylîm ley Were keçê ser juniyê min rûne Leylîm ley Hîv ji wir, tu ji vir min hembêz bikin Leylîm ley Heft sal bûn ez neçûme welatê xwe Leylîm ley Li dertkêşekî wek xwe negeriyam Leylîm ley Eger rojekê li pey min tu werê Leylîm ley Ne ji kesî ji dilê xwe min pirske Leylîm ley Gotin : Sabahattin Ali Muzîk : Zülfü Livaneli Werger / Çeviri : Mûlla Evîndar  LEYLİM LEY Döndüm daldan düşen kuru yaprağa Leylim ley Seher yeli dağıt beni kır beni Leylim ley Götür tozlarımı burdan uzağa Leylim ley Yarın çıplak ayağına sür beni Leylim ley Ayın şavkı vurur sazım üstüne Leylim ley Söz söyleyen yoktur sözüm üstüne Leylim ley Gel ey hilal kaşlım dizim üstüne Leylim ley Ay bir yandan sen bir yandan

KURMANCÎ

Resim
KURMANCÎ Navê xwe şîrîn e Xweşik û rengîn e Stran û evîn e Zarê Mem û Zîn e Helbesta Xanî ye Nalîna Feqî ye Bi giştî evîn e Rêza Cîgerxwîn e Şîr û şekira dev Pê hez dikin ji hev Distirên em pê tev Bi ziman û bi lev Beşek ji Kurdî ye Ew ne Zazakî ye Ew ne Soranî ye Ew ne Loranî ye Ew Kurmancî ye Mûlla Evîndar 

PORZERÊ - Mulla Evindar

Resim
PORZERÊ Porzerê, dîlberê Çavxezalê, rûkenê Lê keçê delalê Rû wek ava zelalê Kenê li rûyê te Mîna pêlên derya ye Porzerê, dîlberê Çav li min qemişandin Li jor hîva çardeha Li jêr bejna nozdeha Lê keçê rindikê Dil zîz û tenikê Porzerê, dîlberê Em hatin dîlanê Govend hatiye bermalê De bigire destmalê Rabe serê govendê Rameweste li bendê Porzerê, dîlberê Gund li seyra dîlanê Dîlan bi te rengîn e Dilêm dîsa bengîn e Tu şureta vî gundî Çiqes xweşik û rind î Porzerê, dîlberê Ez hatim vê derê Govend xweş e bi gavên te Bisk daket ser çavên te Di cî da xweş dişkînî Serê govendê dikşînî 💖 Porzerê, dîlberê Em hatin dîlanê Kinc li ser te gulgulî Tu serdilka vî dilî Govend xemilî bi bejna te Dîlan bûye cejna te Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 

LO ŞIVANO - Mulla Evindar

Resim
LO ŞIVANO Min go lo şivano kerî xe barke Lo şivano kozî xe tiji avê sarke Bane kûçkî qerebaşke Li dawiya malan li min gudarke Peze şivên pezekî çe têr e Min go yaqa şivên gî qelêr e Bi şev bişum avê sar e Bi ro bişum e bênê bi yar e De here lo lo, lo şivano Sal biçûko, dil nizano De here lo lo, lo şivano Canê Cemikê bi qurbano Min go peze şivên li neqew e Di dor ra çex diwime mîna kew e Min go ji şivanî mala bavê xe bîttir ti kesî, qe ti kesî Li ser sîngî xe nakime xewe Şivan dameste li pî bêriyê Şivan li min megire tu vê mêyê Were rûne li vê siyê Ma neçilken çilke xwiyê De here lo lo, lo şivano Sal biçûko, dil nizano De here lo lo, lo şivano Canê Cemikê bi qurbano Min go seda rawûm vi qir ketim Gundo ez vi pê eşqa şivên ketim Gotin şivan î ji mala bavî te ra şeş meke din bime Şevka du bişev têr raketim Haye şivan haye, şivan haye Peze xeyî diçere li nav gil giya ye Şivan î di xew da ma ye Ramekin î westiya ye De here lo lo, lo şivano Sal

Dupiyê Hesî Xofe - Mulla Evindar

Resim
DUPIYÊ HESÎ XOFE Haye haye keke min haye Hiro sisene dibare berf û ba ye Çûme sere pire peze teyî te ye Bisk berdane mîna gayî cuta ye Şêro şêro Deme deme keke min deme Peze teyî diçere li gereme Çûme gunde Dedelera Min go xunga Qere Hesen bi xe me Şêro şêro Berfa barî ji bîra min nare Kûçike keriya qare qare Kûçike te kûçikekî ker e Hiro li ser goma te li te digere Haye haye keke min haye Hiro sisene dibare berf û ba ye Berhevkar û Stranbêj : Mûlla Evîndar  Çavkanî : Oske Malê Ele Berhem : Rehma Xofe Herêm : Anatoliya Navîn (Bi devoka Reşiyan)

Gula Mame - Mulla Evindar

Resim
GULA MAME Seda rawûm çîk heyaz e Nave rinda min Gulbeyaz e Bi diskî go aşkere nekir Ma ew zalima nabîze Gula Mame, Gula Mame Spî dike mîna came Gula Mame, Gula Mame Tev dibirûse mîna came Destî xe di destî min ke Hîv ji me ra gav bezek e Ji wan zalimna kî cemêr e Ma bi çavî min li te meske Gula Mame, Gula Mame Spî dike mîna came Gula Mame, Gula Mame Tev dibirûse mîna came Herêm : Anatoliya Navîn (Bi devoka Reşiyan) Berhevkar : Mûlla Evîndar 

Aman Ela - Mulla Evindar

AMAN ELA Helkiştime sirte qale  Min dî Elkê li hêla male  Îşmar dayê bi tismale  Îşmar heyna bi guçike kutane  Hîv helat çiya bilind e Şewqa xe da ye bejna rinde Wexta ku dil muradî min wê newû Ez kurik dîn biwûm li vê dune Aman Ela, Aman Ela Pore pir li te bûye bela Xude dil muradî min te bikira Mine bikişanda tela bi tela Cindî cindî Ela cindî Av li pore zer cemidî Te çi qûsûr mane li canke min dî Vê omdî mam li vî gundî Here le le here xage Orxane bave ser doşage Destî xe di destî min ke Qelingî zor e, gûca min nage Aman Ela, Aman Ela Pore pir li te bûye bela Xude dil muradî min te bikira Mine bikişanda tela bi tela Berhevkar : Mûlla Evîndar Çavkanî (Gotin û Awaz) : Hemke Biçûk / Gundê Xelika Herêm : Anatoliya Navîn (Bi devoka Reşiyan)

PISMAMÊ TE ME

Resim
PISMAMÊ TE ME (Bi devoka Kurmanciya Kurdên Anatoliyê) Xwe çeng meke keçê, mere ser avê Porî dirêj, biske şil mede ber tavê Ramûsanek ji te xwest, xêra dê bavê Ez ne yad im keçê, pismamê te me Ez ne dûr im keçê, cîranê te me Xwe çeng meke keçê, tu ji ku derketî Bejna zirav, tenik, dile min ketî Te soz da min kanî, çima nehatî Ez ne yad im keçê, pismamê te me Ez ne dûr im keçê, cîranê te me Ez e rokê werim, mala bavê te Ez e fedî bikim, çing bêm navê te Ez e bi diskî meskim, li xelqe çavê te Ez ne yad im keçê, pismamê te me Ez ne dûr im keçê, cîranê te me Şîroveya Gotinê : Mûlla Evîndar Muzîk : Gelêrî

GOVENDA NEWROZÊ - Mulla Evindar

Resim
GOVENDA NEWROZÊ  Werin keçikno Bi eşqa Zînê! Werin lawikno Bi eşqa Memê! Werin coşiyê Werin dostiyê! Werin bi klam û sozê Bigirin govenda Newrozê! Keç û xort tev xemilîn Hatin govenda rengîn Stran, klam şiyar bûn Bo Newrozê sîwar bûn Werin Newrozê, stranan bên tev! Werin govendê, destan bidin hev! Keç û xort evîndar in Ji dil da tev sozdar in Evîna wan pir kûr e Ji Mem û Zîn ne dûr e Werin keçikno, bi eşqa Zînê! Werin lawikno, bi eşqa Memê! Kûlîlk vebûn reng bi reng Çûçik hatin deng bi deng  Bihar hat her der xweş e Coşî li her der geş e Werin Newrozê, Newroza gelan! Werin sersalê, sersala Kurdan! Werin govendê, bigrin destmalê! Werin dîlanê, ji bo sersalê! Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 

NEWROZ - Mulla Evindar

Resim
NEWROZ Roj derket, berf heliya Zivistan çû, bihar hat Gul pişkivîn, zevî rabûn Her der kesk û rengîn e Ji mehan Adar e Ji cejnan Newroz e Tev pîroz dikin Kal û pîr, keç û xort Evîna evîndaran Wek agirê Newroz e Bihar e, êdî bihar e Her der ji gulan sor, zer e Mal bar dikine zozanan Bêrîvan li bêri ye Şivan li bilûrê dixe Kar û berx dikaline Ew jiyana Kurda ye Ew xebata Kurda ye Sal teze dibe Kurd jî xwe teze dike Bihar e, êdî bihar e Her der ji gulan sor, zer e Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 

ÎRO NEWROZ E DÎLBERÊ - Mulla Evindar

Resim
ÎRO NEWROZ E DÎLBERÊ  Gul pişkivî wek hinar e Berf helî êdî bihar e Bejna te mîna çinar e Îro Newroz e dîlberê Wey lê dîlberê cejna te Hatim binêrim li bejna te Îro Newroz e dîlberê Agirek dadan bi kozê Ketin govenda Newrozê Keç û xort hatin bi sozê Îro Newroz e dîlberê Wey lê dîlberê cejna te Hatim binêrim li bejna te Îro Newroz e dîlberê Wey lê lê dîlbera delal Şiyar bûn tev çemên zelal Xemilîn tev mêrg û newal  Îro Newroz e dîlberê Wey lê dîlberê cejna te Hatim binêrim li bejna te Îro Newroz e dîlberê Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar