Kayıtlar

HUNER / SANAT

Resim
Huner ji dil tê, li dilan diewire! ❤  Sanat yürekten gelir, yüreklere konar!    Mûlla Evîndar  mullaevindar@gmail.com  https://mullaevindar.blogspot.com

KEÇA REŞWAN

KEÇA REŞWAN Keça Reşwan çi bela ye Ji xwe xweş e çi fena ye Lê keçê xwe çeng meke Min dîsa gêj û dîn meke Mûlla Evîndar  (Bi zarê Reşwanî)

DENGBÊJ

DENGBÊJ Dilê wan wek koz e Devê wan tiji soz e Awaza wan tê ji dil Dinalin wek bilbil Mûlla Evîndar  29.03.2020

SENİ DÜŞÜNMEK / Nazim Hikmet (Kürtçe)

SENİ DÜŞÜNMEK Seni düşünmek güzel şey, ümitli şey, dünyanın en güzel sesinden, en güzel şarkıyı dinlemek gibi bir şey... Fakat artık ümit yetmiyor bana, ben artık şarkı dinlemek değil, şarkı söylemek istiyorum... Nazım Hikmet ❤ LI SER TE FIKIRÎN Tiştekî xweş e li ser te fikirîn, tiştekî bi hêvî ye, ji dengê herî xweş ê dinyayê, tiştekî mîna strana herî xweş ku guhdarî bikî ye... lê êdî hêvî ji min re ne bes e, ez êdî naxwazim stranê guhdarî bikim, dixwazim stranê bistirêm... Nazım Hikmet Çeviri / Werger : Mûlla Evîndar (Nazim Hikmet'in "Seni düşünmek güzel şey" şiirinin Kürtçe çevirisi) (Helbesta Nazim Hikmet bi Kurdî)

FATOŞ

Resim
FATOŞ Min gulek stand ji gulfiroşê Da dest keça xweşik Fatoşê Go "Çi ye ev gul?" Min go "Hat ji dil" Keniya bi bejna zirav û xoş Di dil de dada agirek bi coş Mûlla Evîndar  ❤

ÎŞEV

ÎŞEV Îşev şev şeva me ye Saz, bilûr li ba me ye Dîlan û dansa me ye Îşev şev şeva me ye Dem dema biharê ye Şeva min û yarê ye Li der dengê şalûrê Li hundir ya bilûrê Nalînek kûr tê ji saz Yara min dîsa bi naz Îşev şev şeva me ye Evîn evîna me ye  Mûlla Evîndar 

BÛKA BARANÊ

Resim
BÛKA BARANÊ Esman lerizî Baran herikî Baran sekinî Esman xemilî Mûlla Evîndar 

KAR YAĞIYOR

KAR YAĞIYOR Kar yağıyor Bu gece sokağımız bembeyaz Bu gece sana doğru yürüyorum Bu gece sana şarkı söylüyorum Biliyorum bu şarkıyı duymayacaksın Belki aramızda denizler, dağlar Belki bir sokak ilerdesin Belki de hiç yoksun Kar yağıyor geceye Sana söylediğim şarkı eşliğinde Mûlla Evîndar  04.12.2020

AYNADAKİ 85 YAŞ

AYNADAKİ 85 YAŞ Saçlarım kar beyazı Tozlu bir yoldan gelmiş gibiyim Alnımda çizgiler Her biri yürüdüğüm yollar gibi Çok yorgunum Mulla Evindar 

"Şêro"

Resim
  -Ji herêma Anatoliya Navîn- DAR BÊKOK, KOK BÊAX NABE                       "Şêro" Navbera gundê Xelika û Semûlê nêzikê 700km ye (Kurdên Anatoliyê bi Stenbol / İstanbulê re dibên "Semûl"). Hecî pezê xwe firot bazirganekî ji Semûlê. Niha ewê pez bibe Semûlê ji bazirgan re. Li zemanê berê pez peya dibirin Semûlê. Wext li dor salên 1920'a bû. Hecî kerê xwe bar kir, kûçikê xwe da hêla xwe, pez da ber xwe û kete rê. Pez him diçeriya, him diçû. Bi ro diçûn, bi şev pez mexel dibû û Hecî jî radiket. Biqasî 30 ro şun de ew hatin Semûlê. Hecî hat goma bazirgan û pez teslîm kir, ker û kûçikê xwe jî wek diyarî dan bazirgan. Niha ewê vegere gundê xwe, gundê Xelika. Bazirgan erebeya hespa amade kiribû ji bo ku ew heta îstasyona trenê pê here. Hecî xatirê xwe xwest û li erebeyê siwar bû. Karmendê gomê erebe diajot. Dema ku ew ji goma pez dûrket kûçikê wî meşiya û kete dû wî. Hecî bi çavên kelegirî li kûçikê xwe nêrî, kûçik heta erebeyê hat, li derdora erebe b

MEM û ZÎN

Resim
 

KEVOKÊ

Resim
KEVOKÊ Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Were ber pencere were Çend gotinan bêm ji te re Çend sal in ez koçber bûme Ji welatê xwe dûr bûme Silavekê bibe welat Xeberekê bîne ji welat * Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Baskên xwe tu fireh veke Çiya û behran derbas ke Li Çemê Ferat raweste Qultek ava sar jê vexwe Dilopekê bi xwe re bîne Li ser pencereyê dîne * Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Li esmanê me bifire Baskên xwe veke bigire Bifire li ser Behra Wanê Li Ararat û Sîpanê Ji wan deran gulek bîne Li ser pencereyê dîne Diyar diyar tu bigere Ji welat li min vegere Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar