Kayıtlar

Masal etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

Resim
Berhevkar û Nivîskar: Mûlla Evîndar  (15.06.2001) (Bi devoka Kurmanciya Kurdên Anatoliyê) -Ji herêma Kurdên Anatoliyê çîrokek mîtolojîk- LAWIKMAR  Çi hebû, çi tunebû. Li wexteke nenas û li warekê Kurdan gundek hebû. Li wî gundê jin û merek hebû, kurikên (zarokên) wan tunebûn, wan pir dixwestin ku ma (bila) bibin xwediyê zarokan. Rokê li ber Xwedê digerin û dibên "Xwedê! Tu mezin î, tu dizanî em vê zarok in, lawikekî bide me, ma (bila) hînge marek be!". Roj heldihat, roj diçû ava, şev dihatin, şev diçûn, roj û şevan dida pê hev, rokê jin bar dibe, jin û merê wê pir xenê (şa) dibin. Ew bi kefxweşî, bi dilşahîye li benda dergûşa xwe dibin. Ro, hefte, meh, demsal derbas dibin û dergûşa wan tê ye rû dine. Lê çi meskin! Dergûşa wan marek bû! Tirs, xof li wan peyda dibe. Ew dibên "Me ji Xwedê lawikek xwestibû, me go ma (bila) hînge marek be, bi emira Xwedê dergûşa me wek marekê hate rû dinê, Xwedê lawikek da me, lê ew marek e". Zeman pir d