Kayıtlar

Hestname etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

KEÇA REŞWAN

KEÇA REŞWAN Keça Reşwan çi bela ye Ji xwe xweş e çi fena ye Lê keçê xwe çeng meke Min dîsa gêj û dîn meke Mûlla Evîndar  (Bi zarê Reşwanî)

FATOŞ

Resim
FATOŞ Min gulek stand ji gulfiroşê Da dest keça xweşik Fatoşê Go "Çi ye ev gul?" Min go "Hat ji dil" Keniya bi bejna zirav û xoş Di dil de dada agirek bi coş Mûlla Evîndar  ❤

ÎŞEV

ÎŞEV Îşev şev şeva me ye Saz, bilûr li ba me ye Dîlan û dansa me ye Îşev şev şeva me ye Dem dema biharê ye Şeva min û yarê ye Li der dengê şalûrê Li hundir ya bilûrê Nalînek kûr tê ji saz Yara min dîsa bi naz Îşev şev şeva me ye Evîn evîna me ye  Mûlla Evîndar 

BÛKA BARANÊ

Resim
BÛKA BARANÊ Esman lerizî Baran herikî Baran sekinî Esman xemilî Mûlla Evîndar 

KEVOKÊ

Resim
KEVOKÊ Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Were ber pencere were Çend gotinan bêm ji te re Çend sal in ez koçber bûme Ji welatê xwe dûr bûme Silavekê bibe welat Xeberekê bîne ji welat * Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Baskên xwe tu fireh veke Çiya û behran derbas ke Li Çemê Ferat raweste Qultek ava sar jê vexwe Dilopekê bi xwe re bîne Li ser pencereyê dîne * Ay lê kevokê kevokê Gogirçiyê ax revokê Li esmanê me bifire Baskên xwe veke bigire Bifire li ser Behra Wanê Li Ararat û Sîpanê Ji wan deran gulek bîne Li ser pencereyê dîne Diyar diyar tu bigere Ji welat li min vegere Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 

WÊNENAME / RESİMNAME

Resim
Wêne û Helbest : Mulla Evindar WÊNENAME / RESİMNAME Li vê sedsala nû di wêje de, bi taybetî jî di warê helbestê de rêbazeke nû, şêwazeke nû destpê dike. Di berika herkesî de telefonê mobîl ku wêneyan dikşîne heye û em her kêlî û rewşa xwe bi wan telefonan dikşînin û car carna jî li bin, li ser, li hundir van wêneyan çend gotin, helbest û hwd. dinivîsin. Ji ber ku gotin yan jî helbest ligel wêne ye, wêne bi peyvan re alîkarî dike û wateya hevokan temam dike, xurt dike. Bi vî awayî jî stîleke nû, şêwazeke nû di wêje de li cîhanê destpê dike. Min navê vê rêbazê li ba xwe kir "wênename". / Bu yeni yüzyılda biz belki farkında olmadan edebiyatta, özellikle de şiirde yeni bir akım, yeni bir tarz başladı ve gelişiyor. Herkesin cebinde kameralı telefonlar var ve bu telefonlarla her anımızı, her durumumuzu çekip resimliyoruz sonra altına, üstüne ya da içine yazılar yazıyoruz. Bu yazılar resimden ayrı olmadığı için resim kelimelere yardımcı olmakta, cümleleri tamamlama

DÛR û BITENÊ

DÛR û BITENÊ Min dar dîtin        Ji daristanan dûr û bitenê Min çiya dîtin        Ji çiyarêzan dûr û bitenê Min girav dîtin        Ji komgiravan dûr û bitenê Min li xwe nêrî        Ji her kesî dûr û bitenê Mûlla Evîndar  10.04.2020

SÎWARA DIL

SÎWARA DIL (Xewn) Derya zelal û şîn bû Pêl bi pêl xweş diçeliqî Keştiyek hat Li giravê rawestî Min pirsî ji pêzanan Min go : Çi ye ev xewn? Gotin : Derya tu yî Girav dilê te ye Keştî sîwara dilê te ye Li bendê be Li dilê te ew ê peya bibe Mûlla Evîndar  10.04.2020

HELBEST

HELBEST Dil bêhest Wêje bêhelbest  nabe Mûlla Evîndar  ❤

DILÊ HOZAN

DILÊ HOZAN Dilê hozan kanî ye Şev û roj diherike Dilên ziwa av dike Dilên ziwa şa dike Mûlla Evîndar 

AWIRÊN TE

AWIRÊN TE Mîna gulekê pişkivîn Di dilê min de Mûlla Evîndar  ❤

DENGBÊJÎ

DENGBÊJÎ Deng û bêje hatin cem hev Dil hate ziman Mûlla Evîndar  04.03.2020

KESÊ BÊDIL / AŞKSIZ ADAM

Resim
KESÊ BÊDIL Eger tu bê dil î Kevirekî bi cil î Mûlla Evîndar  * * * AŞKSIZ KİŞİ Yoksunsan aşktan Farksızsın taştan Mûlla Evîndar 

SÎNGÊ TE

SÎNGÊ TE Sîngê te Mîna esman fireh e Lê wenda dibim Sîngê te Mîna azadiyek bêsînor e Pê sermest dibim Sîngê te Mîna deryayek şîn e Lê ajne dikim Sîngê te Mîna kendalekî ye Xwe lê vedişêrim Mûlla Evîndar  18.01.2020

KARWAN

Resim
KARWAN (Koçberên Anatoliyê) Seda zû ji xewa şîrîn Şîlan şiyar bû bi qîrîn Ji xeweke kûr venciqî Xewa çava lê miçiqî Şîlan zarok e Şîlan keçek kurd e Li bayê seda Li eyazê seda Şîlanê nizanî ew çi ye Ketibûn rêze malbat Karwan amade bû ji bo çûnê Karwana koçberiyê li rê bû Şîlanê nizanî bi ku ve û çima ewê herin Ketin rêze, gişk sîwar bûn Kal û pîr, keçik û xort tev Bûk û zava, zar û zêç tev Tev ketin rê, tev bûn rêwî Kete rê karwana koçberan Kete rê Birêket karwan çû Toz û dûman li dû Derketin ji hembêza warê xwe Derketin çûn ew mêrxas Derketin çûn ew gernas Niha bûn koçber ber bi warên nenas                                ber bi warên nenas Kok ji axa xwe veqetî Dil ji canê xwe veqetî Li wan deran hiştin hêlîn Li dû man zeviyên heşîn Li dû xwe Şîlanê nêrî Bi çavên kelegirî Li dû wan ma şûna çîrokê Li dû wan ma rêça dîrokê Dest berdan ji ava kaniyên zelal Çeman bi pêlên xurt deng dan                                      li dû wan!...

EZ IM

Resim
EZ IM  Ez im ji dil de brîndar Ez im ji dil de dildar Ez im ji dil de sozdar Ez im Mûlla Evîndar Mûlla Evîndar 

AWIR

Resim
AWIRA TE Hest e Helbest e Dil pê sermest e Mûlla Evîndar 

BÊRÎVAN IM

BÊRÎVAN IM (Evîneke Cemêr) Tu yî şivan Ez im bêrîvan Lo şivano! Îşev bibe mîvanê min Seda bibe şivanê min Ji kulavî hîşk derkeve Li ser sîngê min rakeve Bi diskî were Bi diskî here Were metirse Li min bipirse Îşev tu mîvan î Seda tu şivan î Mûlla Evîndar  (Bi zarê Reşwanî)

DÛRÎ

Resim
DÛRÎ Welatê min dûr e Hesreta min kûr e Jana xwe wek şûr e Mûlla Evîndar 

KURMANCÎ

Resim
KURMANCÎ Navê xwe şîrîn e Xweşik û rengîn e Stran û evîn e Zarê Mem û Zîn e Helbesta Xanî ye Nalîna Feqî ye Bi giştî evîn e Rêza Cîgerxwîn e Şîr û şekira dev Pê hez dikin ji hev Distirên em pê tev Bi ziman û bi lev Beşek ji Kurdî ye Ew ne Zazakî ye Ew ne Soranî ye Ew ne Loranî ye Ew Kurmancî ye Mûlla Evîndar