Kayıtlar

Çîrok etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

"Şêro"

Resim
  -Ji herêma Anatoliya Navîn- DAR BÊKOK, KOK BÊAX NABE                       "Şêro" Navbera gundê Xelika û Semûlê nêzikê 700km ye (Kurdên Anatoliyê bi Stenbol / İstanbulê re dibên "Semûl"). Hecî pezê xwe firot bazirganekî ji Semûlê. Niha ewê pez bibe Semûlê ji bazirgan re. Li zemanê berê pez peya dibirin Semûlê. Wext li dor salên 1920'a bû. Hecî kerê xwe bar kir, kûçikê xwe da hêla xwe, pez da ber xwe û kete rê. Pez him diçeriya, him diçû. Bi ro diçûn, bi şev pez mexel dibû û Hecî jî radiket. Biqasî 30 ro şun de ew hatin Semûlê. Hecî hat goma bazirgan û pez teslîm kir, ker û kûçikê xwe jî wek diyarî dan bazirgan. Niha ewê vegere gundê xwe, gundê Xelika. Bazirgan erebeya hespa amade kiribû ji bo ku ew heta îstasyona trenê pê here. Hecî xatirê xwe xwest û li erebeyê siwar bû. Karmendê gomê erebe diajot. Dema ku ew ji goma pez dûrket kûçikê wî meşiya û kete dû wî. Hecî bi çavên kelegirî li kûçikê xwe nêrî, kûçik heta erebeyê hat, li derdora erebe b

HÊVIYÊN QAÇAX

Resim
HÊVIYÊN QAÇAX  Kemal li vê zivistana sar, li daristanê ku di nav berfê de mayî bitenê ma, rêberê wan û hevalên wî ji aliya polîs ve hatin girtin, wî xwe di kendalekî de veşart û ji dest jenderme û polîsan filitî. Pir diqelifî, divê ew zû xwe bavêje derekê, gund yan jî bajarê herî nêzik. Hinek bi rê çû, daristan bidawî bû, jixwe daristanekî pir biçûk bû. Li dûr nêrî, ruyê erdê ji berfê spî bû. Ew hinek din çû, daristan ma li dû, hêdî hêdî şev bi ser berfa spî de dihat, ruyê erdê spî, ruyê esman reş bû, dinya bû reş û spî. Li bergeha wî, li dûr xuya bû pencereyek bi îşqa zer, hundirê Kemal bi wê îşqa zer germ bû, bi lez heyna gava ber bi wê îşqê. Pir nêzik bû, xaniyekî mîna koşka bû, li kêleka xêni ambar, qerej, traqtor, otomobîl, bi sedan darên sêvan hebûn, gişk di bin berfê de bûn. Xuya kir ku ew warê cotkariyê ye. Di ber xêni re otoban derbas dibû, dirêj û zirav. Wekî din li jor bi hezaran îşq xuya dibûn, îşqên bajêr. Ew ê niha çi bike? Ew zimanê vî welatî nizane, ew deri

EVDAL

Resim
EVDAL Evdal ji nîvro şunde her roj, ji xwe re derdiket, bi rê diçû, li perê zozanê, li nav giyayên rengîn, li siya darê destê xwe dikir bin guhê xwe û dest bi klaman dikir, bi çavên girtî, bênavber, wî tim distirî. Dinalî, dikalî, ji xwe derbas dibû. Dengê wî li esman belav dibû û bi ser zozanê de dihat. Dema ku wî çavên xwe vedikir tim dibînî ku derdora wî tiji însan bûye û wî guhdarî dikine. Her roj weha bû. Navê wî, dengê wî, awazên wî li gund û zozanên derdorê jî îdî dihat zanîn. Ji wan deran jî dihatin li Evdal guhdarî dikirin. Rojekî axayê gundekî ji dûr jî hat Evdal guhdarî kir, bi Evdal re go "were li koşka min bime, ji min re, ji mîvanên min re klaman bistirê, ezê biqasî tu dixwazî pere, zêr bidim te". Evdal ewqas klam digotin wî cara pê pere qezenc nekiribû, ew teklîf bi wî balkêş hat, qebûl kir û dora din a rojê çû koşka axa. Koşka axa mîna her şevê ji mîvanên wî tiji ye, ew ji xwe re sohbet dikine. Evdal li dawiyê rûniştiye. Ji vir, ji wir de gotin :

ŞIVAN - Mulla Evindar

Resim
ŞIVAN (Klama klasîk a Kurdên Anatoliyê bi nav û deng “LO ŞIVANO” îlhama vê çîrokê ye. Bi Kurmanciya Reşiyan) Ro çû ava, şewqa xwe wenda bû, şev bi ser zozanê de hat. Li ber mala axa dengê kûçik hat, kûçik lêket. Axa rabû, li hêla malê gom hebû, li hêla gomê jî pez, berî her tiştî li pez nêrî, pez mexel bûye. Dengê kûçik hîn dihat. Axa dît ku yek li ber kûçik e, kûçik wî bernade. Axa berve kûçik çû, go "Aşt!". Kûçik dawestî / rawestî. Li vê wextê ya mîvan, ya jî diz dihat. Lê ew ne mîvan bû, ne jî diz. Axa go "Tu kî yî?". Go "Ez şivan im xalo, şivanê ecer / nû". Axa: "Bixêr hatî." Şivan: "Spas xalo." Axa: "Çima ewqas dereng mayî?" Şivan: "Ez ji xwe re peya hatim." Axa: "Gundê we dûr e, tu çima peya hatî?" Şivan: "Heyam xweş bû, her der gil û giya ye, ez hez dikim peya bigerim." Axa: "Keremke were em herin hundir." Pezê axa çend roj in bêşivan e, axa gund bi gund gerî û ev şivana

"Hesp Çêkir" - Mulla Evindar

"HESP ÇÊKIR" (Ji herêma Kurdên Anatoliya Navîn) Husîn xortekî 19 salî ye, li zozaneke pir xweşik e. Hespekî wî heye, ew jê pir hez dike. Seda (serê sibe) dema ku Husîn ji xewê şiyar dibe berê her tiştî hespê xwe av dide, gil û giyayê ku ji nav zeviyan berhev kirî dide ber. Rokê Husîn dîsa ji xew radibe, dihere ku hespê xwe av, gil û giya bidê, vê carê hespê xwe nabîne, ew dibe pariyek nan. Li nav zozanê gom bi gom, xanî bi xanî, gav bi gav lêdigere lê nabîne. Hinek ji zozana wan dûr zozaneke din hebû, li germa havînê Husîn dev da wir, peya kete rê, ku li wir jî li hespê xwe bigere. Dema ku ew tê wê derê, li perê zozanê li siya xaniyekî hespê xwe dibîne. Pir kêfxweş dibe. Husîn nêzike siya xêni dibe, li hundirê xêni li ber pencere keçikekê dibîne. Keçikê li derva dinêrî, li keskahiya mêrga zozanê, li şînayiya esman û li hesp. Li salên Husîn bû, navê xwe Berîvan bû. Çavên Bêrîvanê ji xwe bêxeber li çavên Husîn, li bejna Husîn dikevin. Çavên Husîn jî li çavên Bêrîv