Kayıtlar

Ekim, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

STRAN

Resim
STRAN Evîn bû jan Jan bû nalîn Nalîn bû stran Mûlla Evîndar 

EVÎNA MIN

EVÎNA MIN Hebûna min  Evîndariya min e Navê min Evîndar e Evîna min Kenê li ser ruyên zarokan Dengê pelên derya Tîna rojê Şewqa hîvê Bayê zozanê Dilopa baranê Berfîna zivistanê Germahiya yarê ye Mûlla Evîndar 

LI DÛR MAN

Resim
LI DÛR MAN Berbanga min Stêrka li pencereya min Dengê pelên dara min Dengê ava kaniya min Kenê li ruyên te Bêhna te, bejna te... Li dûr man ji min Li dûr man Li dûr Mûlla Evîndar 

LI NAV BERFÎNAN

Resim
LI NAV BERFÎNAN  Li şeva tarî Li berfa ku dibarî Li bejna te nêrî hezar carî Li te geriyam bi dilgermî, ne bi dilsarî Li nav berfînan min dest berneda ji vî karî Mûlla Evîndar 

ZOZAN

Resim
ZOZAN Li ser avê keçik e Li hêla avê lawik e Keçik bêrîvan e Lawik şivan e Şivan dildar e Bêrîvan dilsar e Demsal bihar e Şivan li siya çinar e Berxa belek dikale Bilûra şivên dinale Mûlla Evîndar 

GOVENDA NEWROZÊ - Mulla Evindar

Resim
GOVENDA NEWROZÊ  Werin keçikno Bi eşqa Zînê! Werin lawikno Bi eşqa Memê! Werin coşiyê Werin dostiyê! Werin bi klam û sozê Bigirin govenda Newrozê! Keç û xort tev xemilîn Hatin govenda rengîn Stran, klam şiyar bûn Bo Newrozê sîwar bûn Werin Newrozê, stranan bên tev! Werin govendê, destan bidin hev! Keç û xort evîndar in Ji dil da tev sozdar in Evîna wan pir kûr e Ji Mem û Zîn ne dûr e Werin keçikno, bi eşqa Zînê! Werin lawikno, bi eşqa Memê! Kûlîlk vebûn reng bi reng Çûçik hatin deng bi deng  Bihar hat her der xweş e Coşî li her der geş e Werin Newrozê, Newroza gelan! Werin sersalê, sersala Kurdan! Werin govendê, bigrin destmalê! Werin dîlanê, ji bo sersalê! Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 

NEWROZ - Mulla Evindar

Resim
NEWROZ Roj derket, berf heliya Zivistan çû, bihar hat Gul pişkivîn, zevî rabûn Her der kesk û rengîn e Ji mehan Adar e Ji cejnan Newroz e Tev pîroz dikin Kal û pîr, keç û xort Evîna evîndaran Wek agirê Newroz e Bihar e, êdî bihar e Her der ji gulan sor, zer e Mal bar dikine zozanan Bêrîvan li bêri ye Şivan li bilûrê dixe Kar û berx dikaline Ew jiyana Kurda ye Ew xebata Kurda ye Sal teze dibe Kurd jî xwe teze dike Bihar e, êdî bihar e Her der ji gulan sor, zer e Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

Resim
FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO  (Bi devoka Kurdên Anatoliyê pêkenok) Ciwan Haco : Lo Firat tu çir dikî? Firat Cewerî : Ez şerabê vedixwime, serî rind e!  Ciwan Haco : Eybe lo! Şerab ji te re dibe!? Firat Cewerî : Ciwan tu dîn î, paqil î? Çima? Ciwan Haco : Eybe lo! Tu kurikek î?! Firat Cewerî : Lo Ciwan! Ez li Stockolmê dew, çeqilmast vexwim? Ciwan Haco : Yaw min nego dew vexwe! Firat Cewerî : Ev der ne Qamişlo ye! Ciwan Haco : Yaw hele guhdarî bike! Firat Cewerî : Ê? Ciwan Haco : Ez li quncikê han whisky vedixwim. Ez dibêm tu jî were em whisky vexwin! Firat Cewerî : Lo Ciwan te li Qamişlo jî vedixwar? Ciwan Haco : Lo Firat tu dibê çi! Li wir min bi şev vedixwar, bi ro jî diçûm berxa, bilûr lêdixist! Firat Cewerî : Lo de were em klama xwe bêjin were! Firat Cewerî + Ciwan Haco : Wey dîlberê, wey dîlberê! Wey nazikê, wey esmerê!  Mûlla Evîndar 

ÎRO NEWROZ E DÎLBERÊ - Mulla Evindar

Resim
ÎRO NEWROZ E DÎLBERÊ  Gul pişkivî wek hinar e Berf helî êdî bihar e Bejna te mîna çinar e Îro Newroz e dîlberê Wey lê dîlberê cejna te Hatim binêrim li bejna te Îro Newroz e dîlberê Agirek dadan bi kozê Ketin govenda Newrozê Keç û xort hatin bi sozê Îro Newroz e dîlberê Wey lê dîlberê cejna te Hatim binêrim li bejna te Îro Newroz e dîlberê Wey lê lê dîlbera delal Şiyar bûn tev çemên zelal Xemilîn tev mêrg û newal  Îro Newroz e dîlberê Wey lê dîlberê cejna te Hatim binêrim li bejna te Îro Newroz e dîlberê Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar

"GIHÎŞTIYE ÇAMÛRÊ" - Mulla Evindar

"GIHÎŞTIYE ÇAMÛRÊ"  (Başlık Parası ve Çamur)  - Ji herêma Kurdên Anatoliyê - Xortekî dilê xwe dikeve keçika gundê xwe. Jê re keçikê dixwazin, dayina keçikê bi şertekî qebûl dikin: Li zemanê berê qeling hebû, ji bo keçikê wek qeling tenekeyek rûnê xwarinê dixwazin. Lê problemek mezin heye, li wê wextê şîr zor dihatiye dîtin lewma rûn jî qet tunebûye. Xort ji bo dilê xwe li berxwe dide û çare dibîne: Teneke tîne ji çamûrê tiji dike, ser çamûrê jî rûn dikê û teneke tiji dike. Keçik bû bûk. Bûk û zava bi kêf in. Her ku xort di ber mala xwesiya xwe re dihere, dibîne ku xwesi jî pir bi kêf e. Rojekê dîsa xort di ber mala xwesiyê re derbas dibe, vê carê dibîne ku xwesiyê mirûzê xwe kiriye xwe, rûyên wê wek siriya ne, qet nakene.  Xort dibê: "Eywax! Ew gihîştiye çamûrê, ku ez birevim!" Mûlla Evîndar  mullaevindar@gmail.com

ZIMANÊ MIN - Mulla Evindar

Resim
ZIMANÊ MIN Awaza min bi kurdî ye  Klama min bi kurdî ye Awaza min bi kurdî ye  Nalîna dil bi kurdî ye Ey zimanê min ey kurdî  Zaravayê min kurmancî  Çend sedsal in tu dinalî  Êrîşe te dikin ji her alî  Dayikê tu tim veşartî  Ji hovitiyê tim parastî Helbesta min bi kurdî ye  Hunera min bi kurdî ye Helbesta min bi kurdî ye  Evîna dil bi kurdî ye   Ey zimanê min ey kurdî  Zaravayê min kurmancî  Çend sedsal in tu dinalî  Êrîşe te dikin ji her alî  Dayikê tu tim veşartî  Ji hovitiyê tim parastî  Helbest û Muzîk : Mûlla Evîndar