Kayıtlar

Şubat, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

LO ŞIVANO - Mulla Evindar

Resim
LO ŞIVANO Min go lo şivano kerî xe barke Lo şivano kozî xe tiji avê sarke Bane kûçkî qerebaşke Li dawiya malan li min gudarke Peze şivên pezekî çe têr e Min go yaqa şivên gî qelêr e Bi şev bişum avê sar e Bi ro bişum e bênê bi yar e De here lo lo, lo şivano Sal biçûko, dil nizano De here lo lo, lo şivano Canê Cemikê bi qurbano Min go peze şivên li neqew e Di dor ra çex diwime mîna kew e Min go ji şivanî mala bavê xe bîttir ti kesî, qe ti kesî Li ser sîngî xe nakime xewe Şivan dameste li pî bêriyê Şivan li min megire tu vê mêyê Were rûne li vê siyê Ma neçilken çilke xwiyê De here lo lo, lo şivano Sal biçûko, dil nizano De here lo lo, lo şivano Canê Cemikê bi qurbano Min go seda rawûm vi qir ketim Gundo ez vi pê eşqa şivên ketim Gotin şivan î ji mala bavî te ra şeş meke din bime Şevka du bişev têr raketim Haye şivan haye, şivan haye Peze xeyî diçere li nav gil giya ye Şivan î di xew da ma ye Ramekin î westiya ye De here lo lo, lo şivano Sal...

Aman Ela - Mulla Evindar

AMAN ELA Helkiştime sirte qale  Min dî Elkê li hêla male  Îşmar dayê bi tismale  Îşmar heyna bi guçike kutane  Hîv helat çiya bilind e Şewqa xe da ye bejna rinde Wexta ku dil muradî min wê newû Ez kurik dîn biwûm li vê dune Aman Ela, Aman Ela Pore pir li te bûye bela Xude dil muradî min te bikira Mine bikişanda tela bi tela Cindî cindî Ela cindî Av li pore zer cemidî Te çi qûsûr mane li canke min dî Vê omdî mam li vî gundî Here le le here xage Orxane bave ser doşage Destî xe di destî min ke Qelingî zor e, gûca min nage Aman Ela, Aman Ela Pore pir li te bûye bela Xude dil muradî min te bikira Mine bikişanda tela bi tela Berhevkar : Mûlla Evîndar Çavkanî (Gotin û Awaz) : Hemke Biçûk / Gundê Xelika Herêm : Anatoliya Navîn (Bi devoka Reşiyan)