Kayıtlar

Çarîn etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

ÇAR ÇARÎN

Resim
ÇAR ÇARÎN Çar çarîn,         ji dil barîn!... 1- ZARÊ MIN Zimanê min Kurdî ye Zarava Kurmancî ye Zarê min Reşwanî ye Barê min dildarî ye 2- PORÊ DIRÊJ Porê dirêj li ser mil e Ev biska xwe ya reş şil e Evîna min barê dil e Dil dinale wek bilbil e 3- LI ZOZANÊ Li ser avê dîsa yar e Li hêla avê çinar e Li siya çinar dildar e Li dilan dîsa bihar e 4- DÎLBER Çûm bajarê Dîyarbekir Min dî dîlberek wek şekir Min dilê xwe jê re vekir Lê çi bikim wê ferq nekir Mûlla Evîndar