Kayıtlar

Anatoliya Navîn etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

DILA MEGIRIN - Mulla Evindar

Resim
DILA MEGIRIN  Dila megirin, dilê zor in Va dilana heş ji sere min birin Keçike niha çi bela ne Ji xe xwaş in, çi fena ne Telefon ketin berî ye Dilgirtin li ber derî ye Oy oy keçê xe çeng meke Di telefon da deng meke Seda rawûm xew li ser min Mala rinda min li ber min Dîlbera min cîrana min e Zalim dîsa li rêya min e Şîroveya Gotinê : Mûlla Evîndar 

OY OY ETÊ

OY OY ETÊ Oy oy etê! Oy oy etê! Keçika rind a ku dilê min ketê Rinda min dane lawkê metê Sere dile min kêr lêketê Şevê riş in ditirsime Zivistane diqelifime Şevê riş in ditirsime Heyam sar ein diqelifime Î ku di navberê min-wê keve Xençera tûj li dil keve Oy oy etê! Oy oy etê! Keçika rind a ku dilê min ketê Rinda min dane lawkê metê Sere dile min kêr lêketê BI DEVOKA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN

LO ŞIVANO - Mulla Evindar

Resim
LO ŞIVANO Min go lo şivano kerî xe barke Lo şivano kozî xe tiji avê sarke Bane kûçkî qerebaşke Li dawiya malan li min gudarke Peze şivên pezekî çe têr e Min go yaqa şivên gî qelêr e Bi şev bişum avê sar e Bi ro bişum e bênê bi yar e De here lo lo, lo şivano Sal biçûko, dil nizano De here lo lo, lo şivano Canê Cemikê bi qurbano Min go peze şivên li neqew e Di dor ra çex diwime mîna kew e Min go ji şivanî mala bavê xe bîttir ti kesî, qe ti kesî Li ser sîngî xe nakime xewe Şivan dameste li pî bêriyê Şivan li min megire tu vê mêyê Were rûne li vê siyê Ma neçilken çilke xwiyê De here lo lo, lo şivano Sal biçûko, dil nizano De here lo lo, lo şivano Canê Cemikê bi qurbano Min go seda rawûm vi qir ketim Gundo ez vi pê eşqa şivên ketim Gotin şivan î ji mala bavî te ra şeş meke din bime Şevka du bişev têr raketim Haye şivan haye, şivan haye Peze xeyî diçere li nav gil giya ye Şivan î di xew da ma ye Ramekin î westiya ye De here lo lo, lo şivano Sal

Dupiyê Hesî Xofe - Mulla Evindar

Resim
DUPIYÊ HESÎ XOFE Haye haye keke min haye Hiro sisene dibare berf û ba ye Çûme sere pire peze teyî te ye Bisk berdane mîna gayî cuta ye Şêro şêro Deme deme keke min deme Peze teyî diçere li gereme Çûme gunde Dedelera Min go xunga Qere Hesen bi xe me Şêro şêro Berfa barî ji bîra min nare Kûçike keriya qare qare Kûçike te kûçikekî ker e Hiro li ser goma te li te digere Haye haye keke min haye Hiro sisene dibare berf û ba ye Berhevkar û Stranbêj : Mûlla Evîndar  Çavkanî : Oske Malê Ele Berhem : Rehma Xofe Herêm : Anatoliya Navîn (Bi devoka Reşiyan)

Gula Mame - Mulla Evindar

Resim
GULA MAME Seda rawûm çîk heyaz e Nave rinda min Gulbeyaz e Bi diskî go aşkere nekir Ma ew zalima nabîze Gula Mame, Gula Mame Spî dike mîna came Gula Mame, Gula Mame Tev dibirûse mîna came Destî xe di destî min ke Hîv ji me ra gav bezek e Ji wan zalimna kî cemêr e Ma bi çavî min li te meske Gula Mame, Gula Mame Spî dike mîna came Gula Mame, Gula Mame Tev dibirûse mîna came Herêm : Anatoliya Navîn (Bi devoka Reşiyan) Berhevkar : Mûlla Evîndar 

Aman Ela - Mulla Evindar

AMAN ELA Helkiştime sirte qale  Min dî Elkê li hêla male  Îşmar dayê bi tismale  Îşmar heyna bi guçike kutane  Hîv helat çiya bilind e Şewqa xe da ye bejna rinde Wexta ku dil muradî min wê newû Ez kurik dîn biwûm li vê dune Aman Ela, Aman Ela Pore pir li te bûye bela Xude dil muradî min te bikira Mine bikişanda tela bi tela Cindî cindî Ela cindî Av li pore zer cemidî Te çi qûsûr mane li canke min dî Vê omdî mam li vî gundî Here le le here xage Orxane bave ser doşage Destî xe di destî min ke Qelingî zor e, gûca min nage Aman Ela, Aman Ela Pore pir li te bûye bela Xude dil muradî min te bikira Mine bikişanda tela bi tela Berhevkar : Mûlla Evîndar Çavkanî (Gotin û Awaz) : Hemke Biçûk / Gundê Xelika Herêm : Anatoliya Navîn (Bi devoka Reşiyan)

PISMAMÊ TE ME

Resim
PISMAMÊ TE ME (Bi devoka Kurmanciya Kurdên Anatoliyê) Xwe çeng meke keçê, mere ser avê Porî dirêj, biske şil mede ber tavê Ramûsanek ji te xwest, xêra dê bavê Ez ne yad im keçê, pismamê te me Ez ne dûr im keçê, cîranê te me Xwe çeng meke keçê, tu ji ku derketî Bejna zirav, tenik, dile min ketî Te soz da min kanî, çima nehatî Ez ne yad im keçê, pismamê te me Ez ne dûr im keçê, cîranê te me Ez e rokê werim, mala bavê te Ez e fedî bikim, çing bêm navê te Ez e bi diskî meskim, li xelqe çavê te Ez ne yad im keçê, pismamê te me Ez ne dûr im keçê, cîranê te me Şîroveya Gotinê : Mûlla Evîndar Muzîk : Gelêrî