Kayıtlar

Henek etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

VIZIK JI MIÇO RINDTIR IN - Mulla Evindar

"VIZIK JI MIÇO RINDTIR IN!" (Pêkenok / Henek) Germa havînê ye, her der diqijile!. Ûsiv, li gund li ber siya dîwarê xwe rûniştiye. Li germa havînê gund tiji vizik bû. Dor wî tiji vizik bû, vizikan nehiştin ku ew rehet bibe, di guhê wî, pozê wî, dest û lingê wî re digirtin. Ûsiv go "weha nabe, ezê herim bajêr ba Miço, ji xwe re heftekê li wir bim". Ji ber vizikan Ûsiv rabû çû bajêr ba birayê xwe Miço. Miço ji Ûsiv mezintir e. Şev dibe, Miço birayê xwe Ûsiv dide hember xwe heta serê sibe alkol vedixwe, lomeyan jê dike, hiş li serê Ûsiv namen. Ûsiv serê sibe zû radibe vedigere gund. Cîranê Ûsiv dibîne ku Ûsiv hatiye. Cîran dibê "Ûsiv tu çima ewqas zû vegeriyayî?" Ûsiv dibê : "Na lo! Vizik ji Miço rindtir in!" Mûlla Evîndar  http://mullaevindar.blogspot.com

DIDANE ECER - Mulla Evindar

Resim
DIDANE ECER Bi devoka Kurmanciya Anatoliya Navîn (Pêkenok / Henek) Xalê Qadîr, li ba Hesen şivaniyê dike, Hesen bi Qêdir re dibê "Tu hîn li vir î? Seeta pez hatîye, te çima hîn pez ranekiriye, rabe rabe dereng e!". Qadîr wê rokê didanê xwe ecer çêkiribûn, taqme/protez çêkiribûn. Qadîr bi Hesen re dibê: "Hesen te xwe şaş kiriye! Ez bi van didane ecer çing herim pez!" TÊBINÎ: Didan : Diran Taqme : Pêvekirî Çing : Çawa Mûlla Evîndar  mullaevindar@gmail.com

"EZ NARIM BERXA"

Resim
"EZ NARIM BERXA" Ji herêma Anatoliya Navîn (Pêkenok / Henek) Dem dema havînê, gund gundekî li Anatoliya Navîn e. Wext wexta beran berdanê ye. Pez xemilandine, areng, boyax kirine. Tê gotin ku li germa havînê lawikek li siya dîwêr rûniştiye, dîtiye ku bavê xwe berana berdide nav pez. Lêwik gotiye: "Bavo berana bermede pez, ez narim berxa" Mûlla Evîndar  mullaevindar@gmail.com

" JE CHERCHE LE TRAVAIL " - Mulla Evindar

"JE CHERCHE LE TRAVAIL"         (Li kar digerime) -Pêkenok / Henek- Memed, ji bo karekî ji gundê xwe derket berê xwe da Ewrope û hat Franse. Li wir bi cih bû. Ew niha jî li karekî xwe digere. Bi wî hîn kirin, gotin dema ku tu li kar geriyayî bi zimanê Fransî bêjê "Je cherche le travail" yani "Ez li kar digerime / İş arıyorum". Memed, li bajêr kolan bi kolan, li fabrîqa û kargehan digere û tim dibê "Je cherche le travail" .  Ew nameyekê ji bavê xwe re dişîne, dibê: "Bavê min, ez destên te paç dikim. Ez pir rehet hatim, bi cih bûm. Niha jî ez JE CHERCHE LE TRAVAIL dikime". Bavê xwe bersiva nameyê dide û dibê: "Kurê min, ez çavên te paç dikim. Em pir kêfxweş bûn ku tu rehet çûyî, bi cih bû yî. Tu dibê ez JE CHERCHE LE TRAVAIL dikime. Me ew fam nekir çi ye lê xuya ye ku tiştekî pir mezin e! Em bi wê jî pir serbilind bûn".  Mûlla Evîndar  mullaevindar@gmail.com

GERÇEK ZIMAN - Mulla Evindar

"GERÇEK ZIMAN" (Pêkenok / Henek) Du heval di navbera hev da sohbetê dikin:        - Yaw 'kardeşim', min hezar carî go, 'ne laftan anlamaz adamsın' yaw! Ewê din dibê: - 'Kardeşim' tuyî pir 'kalın kafalı' yî, 'asıl' tu 'anlamiş' nakî!    Bi ser wan da yekî din tê û dibê:     - Yaw va sohbetê we weha çi ye lo! Tu nedizanî Tirkî ye, ne dizanî Kurmancî ye! Hele li min mêzekin ez tenê kelîmekê jî bi Tirkî 'kariştirmîş' nakim, 'gerçek' ziman ez deng dikim, divê merî tim 'öz kimlik'ê xwe, zimanê xwe 'korumuşke' ! 'Doğru ye, ne doğru' ye! MûllaEvîndar  mullaevindar@gmail.com

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

Resim
FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO  (Bi devoka Kurdên Anatoliyê pêkenok) Ciwan Haco : Lo Firat tu çir dikî? Firat Cewerî : Ez şerabê vedixwime, serî rind e!  Ciwan Haco : Eybe lo! Şerab ji te re dibe!? Firat Cewerî : Ciwan tu dîn î, paqil î? Çima? Ciwan Haco : Eybe lo! Tu kurikek î?! Firat Cewerî : Lo Ciwan! Ez li Stockolmê dew, çeqilmast vexwim? Ciwan Haco : Yaw min nego dew vexwe! Firat Cewerî : Ev der ne Qamişlo ye! Ciwan Haco : Yaw hele guhdarî bike! Firat Cewerî : Ê? Ciwan Haco : Ez li quncikê han whisky vedixwim. Ez dibêm tu jî were em whisky vexwin! Firat Cewerî : Lo Ciwan te li Qamişlo jî vedixwar? Ciwan Haco : Lo Firat tu dibê çi! Li wir min bi şev vedixwar, bi ro jî diçûm berxa, bilûr lêdixist! Firat Cewerî : Lo de were em klama xwe bêjin were! Firat Cewerî + Ciwan Haco : Wey dîlberê, wey dîlberê! Wey nazikê, wey esmerê!  Mûlla Evîndar 

"GIHÎŞTIYE ÇAMÛRÊ" - Mulla Evindar

"GIHÎŞTIYE ÇAMÛRÊ"  (Başlık Parası ve Çamur)  - Ji herêma Kurdên Anatoliyê - Xortekî dilê xwe dikeve keçika gundê xwe. Jê re keçikê dixwazin, dayina keçikê bi şertekî qebûl dikin: Li zemanê berê qeling hebû, ji bo keçikê wek qeling tenekeyek rûnê xwarinê dixwazin. Lê problemek mezin heye, li wê wextê şîr zor dihatiye dîtin lewma rûn jî qet tunebûye. Xort ji bo dilê xwe li berxwe dide û çare dibîne: Teneke tîne ji çamûrê tiji dike, ser çamûrê jî rûn dikê û teneke tiji dike. Keçik bû bûk. Bûk û zava bi kêf in. Her ku xort di ber mala xwesiya xwe re dihere, dibîne ku xwesi jî pir bi kêf e. Rojekê dîsa xort di ber mala xwesiyê re derbas dibe, vê carê dibîne ku xwesiyê mirûzê xwe kiriye xwe, rûyên wê wek siriya ne, qet nakene.  Xort dibê: "Eywax! Ew gihîştiye çamûrê, ku ez birevim!" Mûlla Evîndar  mullaevindar@gmail.com

ZEVIYE ÎSAL Ê ÇING IN? - Mulla Evindar

Resim
"ZEVIYE ÎSAL Ê ÇING IN?" (Bi devoka Kurdên Anatoliyê)  -pêkenok an çîrok, hûn biryarê bidin- Xelîl li gundê xwe zewaca xwe kir, ji zewacê şun de ji bo şixulandine derdikeve Awrûpe û tê ye Almanya ye. Ew bi ci, bi şûn û war dibe. Çavê wî tim li jina ye. Cîraneke wî Alman heye, navê xwe Suzan e. Suzan bi Xelîl pir rind tê, pir dixwaze bi wê re dengke, bibe dost, va ji wî re dibe xeyaleke ku meri tênege. Her ro Suzan ku ji kar tê, di ber mala Xelîl re derbas dibe, lê qet ti car li Xelîl mesnake. Suzan dibîne ku Xelîl tim lê mesdike, ew  silavê dide Xelîl û di wî re dikene, Xelîl ji hev da dixele û dihele, ew destê xwe di hev da mist dide û dibê "Dilê jinika Alman jî berve min e". Ew bi ve pir xenê, pir kêfxweş dibe.  Roke din dîsa Suzan ji kar derketîye û di ber mala Xelîl re derbas dibe, mes dike ku Xelîl dîsa lê mesdike, ew bi Xelîl re dibê "Eger wexta te heye em bi hev re tiştekî xwe li derekê vexwin". Xelîl bi vê daxwazê şa dibe, qebûl di

BIZBEN - Mulla Evindar

Resim
/Ji herêma Anatoliya Navîn/ BIZBEN (Pêkenok / Henek) Wek tê zanîn şivan li ser pez yekcaran şeveder dimen. Xalê Qadîr li ser pez şeveder e.  Pez kom û mexel dike. Xalê Qadîr westiya ye, xeweke kûr li benda wî ye. Her şivan hîn ku neketîye kulavê xwe sifteh bizbena xwe derdixe û serîkî bi lingê berxekê yan jî miyêkê, yê din jî bi destê xwe va girêdide. Dema ku pez dihere şivan bi vî awayî şiyar dibe. Lê vê care xortekî ciwan bi navê Husîn jî heye li ba Xalê Qadîr, ji bo alkirinê hatibû. Husîn yekî ku di xewê da ber xwe va dihere yanî xewngerok e. Xalê Qadîr çare dibîne: Bizbenê ji lingê miyê derdixe bi destê Husîn va girêdide. Radikevin. Ji xewa kûr seda radibin. Çavên xwe vedikin, li çem û çola mezin, li meydanê, tenê ew hene, ne berxek, ne jî miyek. Husîn dibê "ez vê carê xweş raketim, ber xwe va jî neçûme". Xalê Qadîr dibê "tu neçûyî hema vê care jî pez çûye". Mûlla Evîndar  mullaevindar@gmail.com TÊBINÎ : Bizben: Kurdên Anatoliyê bi

KEÇIKA BERDÛŞ - Mulla Evindar

KEÇIKA BERDÛŞ Keçik ji lawik re xwestin, mezinan gotin em ji keçikê bipirsin. Keçikê go ez bi lêwik re deng bikim. Keçik û xort hatin ba hev. Dîyalogê destpêkir. Keçik : Te heta niha qet dil girtin? Xort : Na. Keçik : Heta niha destê te bi destê keçikekê bû? Xort: Na. Keçik : Dansê dikî? Xort : Na. Keçik : Alkol vedixwî? Xort : Na. Keçik : Çiqes pezê te heye? Xort : 100. Keçik : Bi te va 101.  Mûlla Evîndar mullaevindar@gmail.com 06.01.2017

TERÇIBÛ - Mulla Evindar

Resim
         (Bi devoka Kurmanciya Anatoliya Navîn)             " SOYADI : TERÇIBÛ " Tê gotin ku yek ji gund çûye bajêr ku li ofîsê genim bifroşe.  Memûrê ofîsê jê pirskirîye: "Adınız ne?" Gotiye: "Ahmet". Memûr vê care gotiye: "Soyadınız ne?" Ahmet paşnavê xwe jibîrkiriye. Serê xwe xurandiye di ber xwe da gotiye: "Ter çi bû?". Memûr li kaxizê nivîsandiye: "Ahmet TERÇIBU" Mûlla Evîndar mullaevindar@gmail.com 30.05.2018 TÊBINÎ "Ter çi bû" : "Neydi" Dema ku yek tişteki jibîr dike wê gotinê dibê. "Adıniz ne" : "Navê te çi ye" "Soyadınız ne" : "Paşnav"

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar

Resim
ÇÛNA BER TEQE Pêkenok / Gülmece (Bi devoka Kurmancên Anatoliyê) Kurmancên Anatoliyê bi pencere re dibên "teqe". Li zemanê berê xort bişev diçûn ber teqê. Li ber pencereyê li keçika mêze dikirin, bi hev re deng dikirin. Ûsiv xwe çekir, ew jî bişev çû ber teqê. Wexta ku li ber teqê bû, kûçik xwe berdide Ûsiv, lingê Ûsiv diterişe û li erdê dikeve. Bavê keçikê deng dibihîze û tê. Bavê keçikê dibê: "Lo Ûsiv! Tu li vir li çi digerî?" Ûsiv dibê: "Xalo, diya min go here şeş nana deyn bike!". Xalo dibê "Kuro tu çi dibêjî! Diya te hîn hîro nan lêxist, ji me re jî kilor kirin!". Ûsiv şaş dibe ku çi bibêjê! Kûçik li hêle bû. Vê carê go "Min go ezê bidim kûçik xalo".  Mûlla Evîndar mullaevindar@gmail.com

VÊ GERMÊ KÎ BI TIRKÎ DENGKE - Mulla Evindar

Resim
(Bi devoka Kurmanciya Anatoliya Navîn) Pêkenok "VÊ GERMÊ KÎ BI TIRKÎ DENGKE" Havîn e, germ e. Xalê Qadîr li sîya xênî xwe dirêj kiriye. Memûr ji bo hejmartina nûfûsê li gund digerine, ew bi Tirkî deng dikine. Memûr tên mala Qêdir jî. Xunga Qêdir li ber malê ye. Navê xwe Fatê ye. Memûr bi Tirkî dibê: "Hanimefendi aile reisiniz nerede?" Fatê tiştekî fam nake, dibê: "Qadir rabe were ew dibê çi?" Xalê Qadir mes dike ku memûre dewletê ne û bi Tirkî deng dikine. Xalê Qadîr bi Tirkî pir nizane, ji sîya xêni giran giran radibe, dibê: "Yaw vê germê kî bi Tirkî dengke!" Mûlla Evîndar mullaevindar@gmail.com

BIZINA BELEK - Mulla Evindar

Resim
BIZINA BELEK Pêkenok / Gülmece -bi Kurmanciya Kurdên Anatoliyê- Şakîr, bizin firotin û lawê xwe Silo pê şande Almanya. Silo çû, telefon kir, go "ez rehet hatim, rind im". Careke din jî ne telefon, ne xeber. Şakîr li benda Silo ye ku yek cara jê re pere bişîne mîna herkesî. Rokê hevalekî Silo, ji ba Silo tê gund. Şakîr dihere ba dibê "Silo çir dike? Rehet e, rind e?" Hevalê Silo dibê "Silo rehet e, rind e xalo, silava xwe ji we re heye".  Şakîr dibê "Wî hinek pere, hinek xercî neda te bo min?". Hevalê Silo dibê "Na xalo, tişt neşand". Şakîr dibê: "Bizina belek heft sala xizmete min kir, Silo mîna bizine jî derneket!"  Mûlla Evîndar mullaevindar@gmail.com

DIDANE PROTEZ / Mulla Evindar

DIDANE PROTEZ (Takma Dişler) - Pêkenok / Gülmece - Tê gotin ku li gundê Încowê, yekî didane xwe wenda kirine, didane protez. Wî li her derê lêgeriyaye, li her odeyek xêni, li balqon, li bêxçe, li goma pez. Ti der neman, wî nedît. Saxiya xwe dike û tê li kêleka xanima xwe rûdine. Bi xanima xwe re dibê "Min ti der nehiştin bûn pariyek nan, min didane xwe nedîtin". Ew neynika xwe ji beriya xwe derdixe li serçavên xwe mes dike. Bi xanima xwe re dibê "Eywax min didanê xwe dîtin!". Xanima xwe dibê "Te li ku dît?" Ew dibê "Didan di devê min da bûne". (Bi devoka Kurmanciya Kurdên Anatoliyê) Mûlla Evîndar mullaevindar@gmail.com

XALÊ HECÎ û EKONOMÎST - Mulla Evindar

Resim
XALÊ HECÎ Û EKONOMÎST  Li germa havînê Xalê Hecî li siya dîwêr, li kêleka pezê xwe rûniştibû. Serhat ji bajêr hatibû, bi ser Xalê Hecî da hat, li hev pirsîn. Xalê Hecî go "Xwarzi tu çi dikî li bajêr?" Serhat go "Ez diherim unîversîte xalo" Xalê Hecî : "Li unîversîte çi dixwînî?" Serhat : "Ez ekonomiyê dixwînim, ekonomîst im" Xalê Hecî : "Baş e. Madem tu ekonomîst î, ezê tiştekî ji te bipirsim". Serhat : "Keremke xalo". Xalê Hecî : "Li vî gundî her kes li zivistanê heft teneke ceh dide her miheke pezê xwe. Lê ez tenê yekê didim. De ka bizane ew çawa dibe?" Serhat : "Qey pezê te hindik dixwe" Xalê Hecî : "Na, pez hindik naxwe" Serhat serê xwe xurand, fikirî lê ji nav derneket. Go "Xalo min nizanî çawa dibe".  Xalê Hecî bersiv da: "Ez tenekek ceh diavêm zeviyê, zevî diruze û ew her tenekek ceh dibe heft teneke. Ji te re ekonomî". Mûlla Evîndar mulla

DERGÎST / DESTGIRTÎ - Mulla Evîndar

DERGÎST / DESTGIRTÎ Mûlla Evîndar Kurdên Anatoliyê bi "destgirtî"yê re dibên "dergîst". Li zemanê berê, xort diçûn mala dergîsta xwe, pê re digotin “Çûna Dergistiyê”. Ji ber ku SMS, Instagram, Facebook jî tunebû, ji çend hefteyan carekê xort diçûn mala dergîsta xwe û li wir hevdu didîyan. Ûsiv jî çû mala dergîsta xwe. Bavê keçikê tenê ji bo carekê îzîn dabû ku Ûsiv were ba dergîsta xwe. Lê problemek mezin heye! Bavê keçikê îzîn neda ku keçika xwe bi tenê li ode, bi dergîstê xwe va li ba hev bin. Xunga dergîstê jî dan hêle. Dergîst û xunga xwe li ode rûniştine û li benda Ûsiv in. Ûsiv hat. Derbase ode bû. Li ode du keçik! Wexta ku keçik ji Ûsiv re xwestin Ûsiv keçik nedîbû, nîşan kirin Ûsiv dîsa keçik nedîbû, niha ji van keçikan kîjan dergîsta xwe ye! Ûsiv bi fêdî ye, pirs nake. Dergîst bi fêdî ye, xunga dergîstê bi fêdî ye! Wan ji hev fêdî kirin, bin çavan re li hev mêze kirin, gotin û sohbeta xwe gişk ew bû. Ûsiv li şûna