DERGÎST / DESTGIRTÎ - Mulla Evîndar

DERGÎST / DESTGIRTÎ

Mûlla Evîndar

Kurdên Anatoliyê bi "destgirtî"yê re dibên "dergîst".

Li zemanê berê, xort diçûn mala dergîsta xwe, pê re digotin “Çûna Dergistiyê”.

Ji ber ku SMS, Instagram, Facebook jî tunebû, ji çend hefteyan carekê xort diçûn mala dergîsta xwe û li wir hevdu didîyan.

Ûsiv jî çû mala dergîsta xwe. Bavê keçikê tenê ji bo carekê îzîn dabû ku Ûsiv were ba dergîsta xwe.

Lê problemek mezin heye! Bavê keçikê îzîn neda ku keçika xwe bi tenê li ode, bi dergîstê xwe va li ba hev bin. Xunga dergîstê jî dan hêle. Dergîst û xunga xwe li ode rûniştine û li benda Ûsiv in.

Ûsiv hat.

Derbase ode bû. Li ode du keçik!

Wexta ku keçik ji Ûsiv re xwestin Ûsiv keçik nedîbû, nîşan kirin Ûsiv dîsa keçik nedîbû, niha ji van keçikan kîjan dergîsta xwe ye!

Ûsiv bi fêdî ye, pirs nake. Dergîst bi fêdî ye, xunga dergîstê bi fêdî ye! Wan ji hev fêdî kirin, bin çavan re li hev mêze kirin, gotin û sohbeta xwe gişk ew bû.

Ûsiv li şûna xwe zêrek hişt (edet weha bû) û çû.

Ji wan du keçikan yek bi Ûsiv pir rind hat, heta ku bizewice ew xeyal kir.

Bûk derxistin. Ûsiv tûl ji serçavên bûkê rakir. Avake sar bi canê wî da hat. Di dilê xwe da go :

"Ew tirsa li min bû".

Mûlla Evîndar
mullaevindar@gmail.com



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar