BIZBEN - Mulla Evindar


/Ji herêma Anatoliya Navîn/

BIZBEN
(Pêkenok / Henek)

Wek tê zanîn şivan li ser pez yekcaran şeveder dimen. Xalê Qadîr li ser pez şeveder e.  Pez kom û mexel dike. Xalê Qadîr westiya ye, xeweke kûr li benda wî ye.

Her şivan hîn ku neketîye kulavê xwe sifteh bizbena xwe derdixe û serîkî bi lingê berxekê yan jî miyêkê, yê din jî bi destê xwe va girêdide. Dema ku pez dihere şivan bi vî awayî şiyar dibe.

Lê vê care xortekî ciwan bi navê Husîn jî heye li ba Xalê Qadîr, ji bo alkirinê hatibû. Husîn yekî ku di xewê da ber xwe va dihere yanî xewngerok e.

Xalê Qadîr çare dibîne: Bizbenê ji lingê miyê derdixe bi destê Husîn va girêdide.

Radikevin.

Ji xewa kûr seda radibin. Çavên xwe vedikin, li çem û çola mezin, li meydanê, tenê ew hene, ne berxek, ne jî miyek.

Husîn dibê "ez vê carê xweş raketim, ber xwe va jî neçûme".

Xalê Qadîr dibê "tu neçûyî hema vê care jî pez çûye".
Mûlla Evîndar 
mullaevindar@gmail.com

TÊBINÎ :

Bizben: Kurdên Anatoliyê bi "pezbendê" re dibên "bizben". Benê şivana ye.

Xewngerok: Kesê ku di xew da, bi xewa xwe va, ji xwe bêxeber radibe dihere.

Seda : Serê sibe

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar