Kayıtlar

Gotar etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

XELIKA an XELIKAN? - Mulla Evindar

Resim
"XELIKA" an "XELIKAN" ? Mixabin di warê nivîsandina Kurdî de navê gundê Xelika bi çewtî "Xelikan" tê nivîsandin. Ne hewce ye ku em ji aliya etîmolojîk yan jî dîrokî de vê mijare bikolînin. Bingeha peyva "Xelika" ji ku tê emê wê mijarê jî, ji pisporên vî warê re cî bînin.  Em behsa navê her du gundên Xelika ku ji hev veqetî û bi Tirkî dibên Gölyazı û Karacadağ dikin. Wek tê zanîn ew warên Kurdan, li Anatoliya Navîn in. Eger em li nav wan gundên Xelika bigerin û em ji kesên ku li wir bipirsin "Tu ji kudere yî?", ewê weha bersivê bidin: "Ez ji Xelika me", eger em bipirsin "Tu ji kîjan eşîretê yî?", bersiv weha ye: "Ez Xelikî me".  Ji %100 bersiv bêîstîsna weha ye. Madem ku rastiya di nav gel de weha ye "Xelikan" çi ye!? Ti gundên bi navê "Xelikan" li Anatoliyê tune ne, ew di bandora Tirkî de ye, di arşivên Tirkî de "Halikan" heye, hinek jî bi çewtî goya werdigerînin Kur