Kayıtlar

Makale etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

ROJBÛN AN ROJABÛYÎNÊ?

"ROJBÛN" AN "ROJA BÛYÎNÊ" ? Di warê medyaya civakî / sosyal medya de bi piranî dibên "rojbûna te pîroz be".  Mixabin ew çewt e! Rojbûn, "hebûna rojê" ye. "Hebûna rojê" tê pîroz kirin an "roja bûyînê"? Bi rastî "roja bûyînê" tê pîroz kirin. Em dikarin bêjin "Roja bûyînê" , "Roja bûnê", "Roja ji dayikbûnê" lê em nikarın bêjin "Rojbûn". Ji ber ku bilêvkirina "Rojbûn"ê hêsan e ew bi wî awayî dihere. Ka ku va here!... ROJA BÛYÎNÊ YA WE PÎROZ BE! Mûlla Evîndar