FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar


FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO 
(Bi devoka Kurdên Anatoliyê pêkenok)

Ciwan Haco : Lo Firat tu çir dikî?

Firat Cewerî : Ez şerabê vedixwime, serî rind e! 

Ciwan Haco : Eybe lo! Şerab ji te re dibe!?

Firat Cewerî : Ciwan tu dîn î, paqil î? Çima?

Ciwan Haco : Eybe lo! Tu kurikek î?!

Firat Cewerî : Lo Ciwan! Ez li Stockolmê dew, çeqilmast vexwim?

Ciwan Haco : Yaw min nego dew vexwe!

Firat Cewerî : Ev der ne Qamişlo ye!

Ciwan Haco : Yaw hele guhdarî bike!

Firat Cewerî : Ê?

Ciwan Haco : Ez li quncikê han whisky vedixwim. Ez dibêm tu jî were em whisky vexwin!

Firat Cewerî : Lo Ciwan te li Qamişlo jî vedixwar?

Ciwan Haco : Lo Firat tu dibê çi! Li wir min bi şev vedixwar, bi ro jî diçûm berxa, bilûr lêdixist!

Firat Cewerî : Lo de were em klama xwe bêjin were!

Firat Cewerî + Ciwan Haco : Wey dîlberê, wey dîlberê! Wey nazikê, wey esmerê! 

Mûlla Evîndar 




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar