"GIHÎŞTIYE ÇAMÛRÊ" - Mulla Evindar

"GIHÎŞTIYE ÇAMÛRÊ"

 (Başlık Parası ve Çamur)

 - Ji herêma Kurdên Anatoliyê -

Xortekî dilê xwe dikeve keçika gundê xwe. Jê re keçikê dixwazin, dayina keçikê bi şertekî qebûl dikin:

Li zemanê berê qeling hebû, ji bo keçikê wek qeling tenekeyek rûnê xwarinê dixwazin.

Lê problemek mezin heye, li wê wextê şîr zor dihatiye dîtin lewma rûn jî qet tunebûye. Xort ji bo dilê xwe li berxwe dide û çare dibîne:

Teneke tîne ji çamûrê tiji dike, ser çamûrê jî rûn dikê û teneke tiji dike.

Keçik bû bûk.

Bûk û zava bi kêf in. Her ku xort di ber mala xwesiya xwe re dihere, dibîne ku xwesi jî pir bi kêf e.

Rojekê dîsa xort di ber mala xwesiyê re derbas dibe, vê carê dibîne ku xwesiyê mirûzê xwe kiriye xwe, rûyên wê wek siriya ne, qet nakene. 

Xort dibê:

"Eywax! Ew gihîştiye çamûrê, ku ez birevim!"

Mûlla Evîndar 
mullaevindar@gmail.com


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar