BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

BÛKA SPÎ
(Bi devoka Kurmanciya Anatoliya Navîn)



Malan bar kirin ji zozanê.

Yek bi yek gişk çûn gund. Tenê Ehmed ma. Ew 16 salî ye.

Bavê Ehmed pê re gotibû îro dereng e, îşev li zozanê li ser pez be, li berbangê zû pez heyne were gund. 

Şev bi ser deşta zozanê da hat, her der tarî bû, ne şewqek, ne dengek, ne jî kesek.

Pez li dor gomê mexel bûbû, Ehmed kulavê xwe amade kir û li xêni li ber pencere rexist. Ji ber ku heyam germ bû wî xwe li ser kulêv dirêj kir, xew, dom di çavên wî da bû, çavên xwe girtin.

Dema ku wî çavên xwe girtin dengek kete guhê wî, ew denga li derva, li ber pencere bû.

Tirs, xof li wî peyda bû.

Mezinên wî digotin li vê zozanê wek pêşi bûkek heye, bi navê "Bûka Spî".

Wexta ku van gotinan hatin bîra Ehmed, ew denga gav bi gav nêzike Ehmed dibû.

Tirs û xofa wî her ku diçe pir dibû.

Dengê lingan dihat, ji pencere berve derî. Giran giran û berve derî. Deng pir nêzik bû.

Porê Ehmed kire qirçeqirç, deriyê xêni giran giran vedibû. Derî vebû, dema ku derî vebû di şeva reş û tarî da jinek kete hundir, bi tevahî spî bû, meres, kinc, pêçek, her tiştê wê spî bû, porê wê jî ewqas reş bû. Porê wê xuya dikir, ruyê wê xuya nedikir, dev, pozê wê bi kinca xwe ya spî girtî bûn, çavên wê xuya dikirin, çavreş bû. Wê her ku li derekê mes dikir, ji her du çavan du stêrkên spî di nav şevê da difirîn, dibiriqîn, berba dibûn, di nav şevê de dihelîn û wenda dibûn. Ji ber ku şev reş, tarî bû Bûka Spî di nav şevê da dibiriqî.

Bûka Spî, qet deng nedikir. Ehmed dixwest dengke, bi qîrîn bang bike lê deng ji Ehmed dernediket, zimanê wî çû.

Bûka Spî, li bacaya xêni agirek dada, ar vêxist, ji tûrikê Ehmed çay, av derxist kire çaydank. Av keliya, çay berda ser, çayê dem girt. Ehmed rabû, ji tûrikê xwe qedehek derxist, çay berda qedêh. Ew çi çayê weng bû! Çay bi tevahî spî bû!

Bayê berbangê derî vekir, şewqa rojê dikete hundir, şeva tarî îdî tunebû, Bûka Spî tunebû, çaya spî tunebû. Ehmed ji ser kulavê xwe rabû. Lêvên wî reviyabûn, pertilî bûn. Destê xwe avête pozê xwe, dît ku poz xwîn bûye û xwîn têda hişk bûye.

Ehmed derket hêla gomê. Pezê wî, kûçikê wî, kerê wî gişk li benda wî amede bûn.

Li kerê xwe nîşt berê xwe da gund û riya gund girt. 

Mûlla Evîndar 
mullaevindar@gmail.com

20.05.2018


TÊBINÎ

"Pez heyne were" : Pez hilbigire were

Heyam : Rewşa Hewayê

Dom : Xewa kûr ku bi ser çavan da tê

Pêşi : Tiştekî nenas û bi xof (Xeyalet).

Qirçeqirç : Dema ku yek ditirse tê gotin, mîna ku por deng derxe.

Berve : Ber bi

Meres : Sol

Pêçek : Lepik, Destane

Mes kirin : Mêze kirin 

Deng kirin : Axaftin, Peyivîn

Weng : Weha

 Lêv revandin : Ji ber tirsê lêv mîna ku ji avê diperiçifin

"Pertilî" : Peritî

"Li kerê xwe nîşt" : Li kerê xwe siwar bû.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar