VÊ GERMÊ KÎ BI TIRKÎ DENGKE - Mulla Evindar



(Bi devoka Kurmanciya Anatoliya Navîn)

Pêkenok
"VÊ GERMÊ KÎ BI TIRKÎ DENGKE"

Havîn e, germ e.

Xalê Qadîr li sîya xênî xwe dirêj kiriye.

Memûr ji bo hejmartina nûfûsê li gund digerine, ew bi Tirkî deng dikine.

Memûr tên mala Qêdir jî. Xunga Qêdir li ber malê ye. Navê xwe Fatê ye.

Memûr bi Tirkî dibê:
"Hanimefendi aile reisiniz nerede?"

Fatê tiştekî fam nake, dibê:
"Qadir rabe were ew dibê çi?"

Xalê Qadir mes dike ku memûre dewletê ne û bi Tirkî deng dikine. Xalê Qadîr bi Tirkî pir nizane, ji sîya xêni giran giran radibe, dibê:

"Yaw vê germê kî bi Tirkî dengke!"

Mûlla Evîndar
mullaevindar@gmail.com

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar