" JE CHERCHE LE TRAVAIL " - Mulla Evindar

"JE CHERCHE LE TRAVAIL"
        (Li kar digerime)

-Pêkenok / Henek-

Memed, ji bo karekî ji gundê xwe derket berê xwe da Ewrope û hat Franse.

Li wir bi cih bû. Ew niha jî li karekî xwe digere.

Bi wî hîn kirin, gotin dema ku tu li kar geriyayî bi zimanê Fransî bêjê "Je cherche le travail" yani "Ez li kar digerime / İş arıyorum".

Memed, li bajêr kolan bi kolan, li fabrîqa û kargehan digere û tim dibê "Je cherche le travail" . 

Ew nameyekê ji bavê xwe re dişîne, dibê:

"Bavê min, ez destên te paç dikim. Ez pir rehet hatim, bi cih bûm. Niha jî ez JE CHERCHE LE TRAVAIL dikime".

Bavê xwe bersiva nameyê dide û dibê:

"Kurê min, ez çavên te paç dikim. Em pir kêfxweş bûn ku tu rehet çûyî, bi cih bû yî. Tu dibê ez JE CHERCHE LE TRAVAIL dikime. Me ew fam nekir çi ye lê xuya ye ku tiştekî pir mezin e! Em bi wê jî pir serbilind bûn". 

Mûlla Evîndar 
mullaevindar@gmail.com


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar