VIZIK JI MIÇO RINDTIR IN - Mulla Evindar

"VIZIK JI MIÇO RINDTIR IN!"
(Pêkenok / Henek)

Germa havînê ye, her der diqijile!.

Ûsiv, li gund li ber siya dîwarê xwe rûniştiye. Li germa havînê gund tiji vizik bû. Dor wî tiji vizik bû, vizikan nehiştin ku ew rehet bibe, di guhê wî, pozê wî, dest û lingê wî re digirtin.

Ûsiv go "weha nabe, ezê herim bajêr ba Miço, ji xwe re heftekê li wir bim".

Ji ber vizikan Ûsiv rabû çû bajêr ba birayê xwe Miço.

Miço ji Ûsiv mezintir e.

Şev dibe, Miço birayê xwe Ûsiv dide hember xwe heta serê sibe alkol vedixwe, lomeyan jê dike, hiş li serê Ûsiv namen.

Ûsiv serê sibe zû radibe vedigere gund.

Cîranê Ûsiv dibîne ku Ûsiv hatiye. Cîran dibê "Ûsiv tu çima ewqas zû vegeriyayî?"

Ûsiv dibê : "Na lo! Vizik ji Miço rindtir in!"

Mûlla Evîndar 
http://mullaevindar.blogspot.com



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar