ZEVIYE ÎSAL Ê ÇING IN? - Mulla Evindar

"ZEVIYE ÎSAL Ê ÇING IN?"

(Bi devoka Kurdên Anatoliyê)
 -pêkenok an çîrok, hûn biryarê bidin-

Xelîl li gundê xwe zewaca xwe kir, ji zewacê şun de ji bo şixulandine derdikeve Awrûpe û tê ye Almanya ye. Ew bi ci, bi şûn û war dibe.

Çavê wî tim li jina ye.

Cîraneke wî Alman heye, navê xwe Suzan e. Suzan bi Xelîl pir rind tê, pir dixwaze bi wê re dengke, bibe dost, va ji wî re dibe xeyaleke ku meri tênege.

Her ro Suzan ku ji kar tê, di ber mala Xelîl re derbas dibe, lê qet ti car li Xelîl mesnake. Suzan dibîne ku Xelîl tim lê mesdike, ew  silavê dide Xelîl û di wî re dikene, Xelîl ji hev da dixele û dihele, ew destê xwe di hev da mist dide û dibê "Dilê jinika Alman jî berve min e". Ew bi ve pir xenê, pir kêfxweş dibe. 

Roke din dîsa Suzan ji kar derketîye û di ber mala Xelîl re derbas dibe, mes dike ku Xelîl dîsa lê mesdike, ew bi Xelîl re dibê "Eger wexta te heye em bi hev re tiştekî xwe li derekê vexwin". Xelîl bi vê daxwazê şa dibe, qebûl dike û yek bardax tişt li café-barê vedixwin. Xelîl bi ser ve va êdî nare qehwexane û silavan jî nade hevalên ji gundê xwe.                                                        
Roke din Suzan Xelîl daweta nanxwarine li restaurante dike. Ew dixwin, vedixwin. Xelîl bi ser ve va êdî ji gunde xwe re telefonekî jî nake û jinika xwe ye li gund jî, ji bîr dike.

Roke din vê carê Suzan, Xelîl daweta mala xwe dike, Xelîl dihere male jî. Xelîl ji kêf difire. Xelîl vê care dixwaze jina xwe ye li gund berde, di serê Xelîl re plana ku ji jina xwe re telefon bike û bê "em ji hev ra nabin" derbas dibû.

Hîn plan di serî wî re derbasdibû, Xelîl dibîne ku Suzanê dest di destê merekî da ye û dikeve mal. Bi ser ve va Xelîl mat dime û ji jinika xwe ye li gund re telefon dike û dibê:

"Zevîye îsal ê çing in? Hûn qet şik nabin ji min re telefonekî bikin!" 

Mûlla Evîndar
mullaevindar@gmail.com
http://mullaevindar.blogspot.com 

TÊBINÎ :

Çing : Çawa

Şixulandin : Xebitîn

Ci : Cih

"Xeyaleke ku meri tênege" : "Xeyaleke ku meriv tênegihê"

"Mesnake" : "Mêzenake"

 Xenê bûn : Şa bûn

Şik birin : Aqil kirin

Photo : Mûlla Evîndar 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar