XALÊ HECÎ û EKONOMÎST - Mulla Evindar


XALÊ HECÎ Û EKONOMÎST 

Li germa havînê Xalê Hecî li siya dîwêr, li kêleka pezê xwe rûniştibû. Serhat ji bajêr hatibû, bi ser Xalê Hecî da hat, li hev pirsîn.

Xalê Hecî go "Xwarzi tu çi dikî li bajêr?"

Serhat go "Ez diherim unîversîte xalo"

Xalê Hecî : "Li unîversîte çi dixwînî?"

Serhat : "Ez ekonomiyê dixwînim, ekonomîst im"

Xalê Hecî : "Baş e. Madem tu ekonomîst î, ezê tiştekî ji te bipirsim".

Serhat : "Keremke xalo".

Xalê Hecî : "Li vî gundî her kes li zivistanê heft teneke ceh dide her miheke pezê xwe. Lê ez tenê yekê didim. De ka bizane ew çawa dibe?"

Serhat : "Qey pezê te hindik dixwe"

Xalê Hecî : "Na, pez hindik naxwe"

Serhat serê xwe xurand, fikirî lê ji nav derneket. Go "Xalo min nizanî çawa dibe". 

Xalê Hecî bersiv da:

"Ez tenekek ceh diavêm zeviyê, zevî diruze û ew her tenekek ceh dibe heft teneke. Ji te re ekonomî".

Mûlla Evîndar
mullaevindar@gmail.com


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar