LO ŞIVANO - Mulla Evindar





LO ŞIVANO

Min go lo şivano kerî xe barke
Lo şivano kozî xe tiji avê sarke
Bane kûçkî qerebaşke
Li dawiya malan li min gudarke

Peze şivên pezekî çe têr e
Min go yaqa şivên gî qelêr e
Bi şev bişum avê sar e
Bi ro bişum e bênê bi yar e

De here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano

Min go peze şivên li neqew e
Di dor ra çex diwime mîna kew e
Min go ji şivanî mala bavê xe bîttir ti kesî, qe ti kesî
Li ser sîngî xe nakime xewe

Şivan dameste li pî bêriyê
Şivan li min megire tu vê mêyê
Were rûne li vê siyê
Ma neçilken çilke xwiyê

De here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano

Min go seda rawûm vi qir ketim
Gundo ez vi pê eşqa şivên ketim
Gotin şivan î ji mala bavî te ra şeş meke din bime
Şevka du bişev têr raketim

Haye şivan haye, şivan haye
Peze xeyî diçere li nav gil giya ye
Şivan î di xew da ma ye
Ramekin î westiya ye

De here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano

Berhevkarî û Şîroveya Gotinê : Mûlla Evîndar  

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar