ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar

ÇÛNA BER TEQE
Pêkenok / Gülmece
(Bi devoka Kurmancên Anatoliyê)

Kurmancên Anatoliyê bi pencere re dibên "teqe".

Li zemanê berê xort bişev diçûn ber teqê. Li ber pencereyê li keçika mêze dikirin, bi hev re deng dikirin.

Ûsiv xwe çekir, ew jî bişev çû ber teqê.

Wexta ku li ber teqê bû, kûçik xwe berdide Ûsiv, lingê Ûsiv diterişe û li erdê dikeve. Bavê keçikê deng dibihîze û tê.

Bavê keçikê dibê: "Lo Ûsiv! Tu li vir li çi digerî?"

Ûsiv dibê: "Xalo, diya min go here şeş nana deyn bike!".

Xalo dibê "Kuro tu çi dibêjî! Diya te hîn hîro nan lêxist, ji me re jî kilor kirin!".

Ûsiv şaş dibe ku çi bibêjê! Kûçik li hêle bû. Vê carê go "Min go ezê bidim kûçik xalo". 

Mûlla Evîndar
mullaevindar@gmail.com



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar