BIZINA BELEK - Mulla Evindar


BIZINA BELEK
Pêkenok / Gülmece
-bi Kurmanciya Kurdên Anatoliyê-

Şakîr, bizin firotin û lawê xwe Silo pê şande Almanya. Silo çû, telefon kir, go "ez rehet hatim, rind im". Careke din jî ne telefon, ne xeber.

Şakîr li benda Silo ye ku yek cara jê re pere bişîne mîna herkesî.

Rokê hevalekî Silo, ji ba Silo tê gund. Şakîr dihere ba dibê "Silo çir dike? Rehet e, rind e?" Hevalê Silo dibê "Silo rehet e, rind e xalo, silava xwe ji we re heye". 

Şakîr dibê "Wî hinek pere, hinek xercî neda te bo min?".

Hevalê Silo dibê "Na xalo, tişt neşand".

Şakîr dibê:
"Bizina belek heft sala xizmete min kir, Silo mîna bizine jî derneket!" 

Mûlla Evîndar
mullaevindar@gmail.com

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar