Kayıtlar

Aralık, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

ŞERPI RIVANDIN - Mûlla Evîndar

Resim
ŞERPI RIVANDIN Çîrok (Ji herêma Kurdên Anatoliyê) Miço dilê xwe li Dîlanê ye, evîndarê Dîlanê ye. Ji ber ku Dîlan cîrana xwe ye, her roj, her wext Miço Dîlanê dibîne. Di dilê wî da jana hezkirinê di devê wî da tim navê Dîlanê! Miço jî, Dîlan jî hîn biçûk in, 17 salî ne. Berzewac in. Dîlan bi fêdi ye, dilgirtin li gund eyb e. Dê û bavê Dîlanê dil hene ku keça xwe bidin pismamê wê, naxwazin bidin Miço. Dîlan rokê bi diya xwe re dihere bazara gund, li wir ji bazarê tiştê xwe distînin, li çûnê dibînin ku yek li wir şerpiyan difroşe, şerpiyên rengîn û pir rind difroşe. Diya Dîlanê dibê "Dîlan tu êdî mezin î, em ji te re du şerpiya ji vir bîstînin, bide serê xwe". Şerpiyên xwe distînin û diherin. Dîlan li mal li ber neynikê şerpiya xwe dide serê xwe, li xwe mêze dike û bi xwe pir qayîl dibe, pir jê hez dike. Dîlan bi hewêseke mezin şerpiya xwe dide serê xwe û derdikeve ji mal, berve kaniyê dihere ku çatiyê xwe tiji av bike. Wexta ku ew ji mal bi serê bi şer