Kayıtlar

Şubat, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

HÊVIYÊN QAÇAX

Resim
HÊVIYÊN QAÇAX  Kemal li vê zivistana sar, li daristanê ku di nav berfê de mayî bitenê ma, rêberê wan û hevalên wî ji aliya polîs ve hatin girtin, wî xwe di kendalekî de veşart û ji dest jenderme û polîsan filitî. Pir diqelifî, divê ew zû xwe bavêje derekê, gund yan jî bajarê herî nêzik. Hinek bi rê çû, daristan bidawî bû, jixwe daristanekî pir biçûk bû. Li dûr nêrî, ruyê erdê ji berfê spî bû. Ew hinek din çû, daristan ma li dû, hêdî hêdî şev bi ser berfa spî de dihat, ruyê erdê spî, ruyê esman reş bû, dinya bû reş û spî. Li bergeha wî, li dûr xuya bû pencereyek bi îşqa zer, hundirê Kemal bi wê îşqa zer germ bû, bi lez heyna gava ber bi wê îşqê. Pir nêzik bû, xaniyekî mîna koşka bû, li kêleka xêni ambar, qerej, traqtor, otomobîl, bi sedan darên sêvan hebûn, gişk di bin berfê de bûn. Xuya kir ku ew warê cotkariyê ye. Di ber xêni re otoban derbas dibû, dirêj û zirav. Wekî din li jor bi hezaran îşq xuya dibûn, îşqên bajêr. Ew ê niha çi bike? Ew zimanê vî welatî nizane, ew deri

EVDAL

Resim
EVDAL Evdal ji nîvro şunde her roj, ji xwe re derdiket, bi rê diçû, li perê zozanê, li nav giyayên rengîn, li siya darê destê xwe dikir bin guhê xwe û dest bi klaman dikir, bi çavên girtî, bênavber, wî tim distirî. Dinalî, dikalî, ji xwe derbas dibû. Dengê wî li esman belav dibû û bi ser zozanê de dihat. Dema ku wî çavên xwe vedikir tim dibînî ku derdora wî tiji însan bûye û wî guhdarî dikine. Her roj weha bû. Navê wî, dengê wî, awazên wî li gund û zozanên derdorê jî îdî dihat zanîn. Ji wan deran jî dihatin li Evdal guhdarî dikirin. Rojekî axayê gundekî ji dûr jî hat Evdal guhdarî kir, bi Evdal re go "were li koşka min bime, ji min re, ji mîvanên min re klaman bistirê, ezê biqasî tu dixwazî pere, zêr bidim te". Evdal ewqas klam digotin wî cara pê pere qezenc nekiribû, ew teklîf bi wî balkêş hat, qebûl kir û dora din a rojê çû koşka axa. Koşka axa mîna her şevê ji mîvanên wî tiji ye, ew ji xwe re sohbet dikine. Evdal li dawiyê rûniştiye. Ji vir, ji wir de gotin :