Kayıtlar

Mart, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

PORZERÊ - Mulla Evindar

Resim
PORZERÊ Porzerê, dîlberê Çavxezalê, rûkenê Lê keçê delalê Rû wek ava zelalê Kenê li rûyê te Mîna pêlên derya ye Porzerê, dîlberê Çav li min qemişandin Li jor hîva çardeha Li jêr bejna nozdeha Lê keçê rindikê Dil zîz û tenikê Porzerê, dîlberê Em hatin dîlanê Govend hatiye bermalê De bigire destmalê Rabe serê govendê Rameweste li bendê Porzerê, dîlberê Gund li seyra dîlanê Dîlan bi te rengîn e Dilêm dîsa bengîn e Tu şureta vî gundî Çiqes xweşik û rind î Porzerê, dîlberê Ez hatim vê derê Govend xweş e bi gavên te Bisk daket ser çavên te Di cî da xweş dişkînî Serê govendê dikşînî 💖 Porzerê, dîlberê Em hatin dîlanê Kinc li ser te gulgulî Tu serdilka vî dilî Govend xemilî bi bejna te Dîlan bûye cejna te Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar