PORZERÊ - Mulla Evindar
PORZERÊ
Porzerê, dîlberê
Çavxezalê, rûkenê
Lê keçê delalê
Rû wek ava zelalê
Kenê li rûyê te
Mîna pêlên derya ye
Porzerê, dîlberê
Çav li min qemişandin
Li jor hîva çardeha
Li jêr bejna nozdeha
Lê keçê rindikê
Dil zîz û tenikê
Porzerê, dîlberê
Em hatin dîlanê
Govend hatiye bermalê
De bigire destmalê
Rabe serê govendê
Rameweste li bendê
Porzerê, dîlberê
Gund li seyra dîlanê
Dîlan bi te rengîn e
Dilêm dîsa bengîn e
Tu şureta vî gundî
Çiqes xweşik û rind î
Porzerê, dîlberê
Ez hatim vê derê
Govend xweş e bi gavên te
Bisk daket ser çavên te
Di cî da xweş dişkînî
Serê govendê dikşînî
💖
Porzerê, dîlberê
Em hatin dîlanê
Kinc li ser te gulgulî
Tu serdilka vî dilî
Govend xemilî bi bejna te
Dîlan bûye cejna te
Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar
Yorumlar
Yorum Gönder