HÊVIYÊN QAÇAX


HÊVIYÊN QAÇAX 

Kemal li vê zivistana sar, li daristanê ku di nav berfê de mayî bitenê ma, rêberê wan û hevalên wî ji aliya polîs ve hatin girtin, wî xwe di kendalekî de veşart û ji dest jenderme û polîsan filitî. Pir diqelifî, divê ew zû xwe bavêje derekê, gund yan jî bajarê herî nêzik. Hinek bi rê çû, daristan bidawî bû, jixwe daristanekî pir biçûk bû. Li dûr nêrî, ruyê erdê ji berfê spî bû. Ew hinek din çû, daristan ma li dû, hêdî hêdî şev bi ser berfa spî de dihat, ruyê erdê spî, ruyê esman reş bû, dinya bû reş û spî.

Li bergeha wî, li dûr xuya bû pencereyek bi îşqa zer, hundirê Kemal bi wê îşqa zer germ bû, bi lez heyna gava ber bi wê îşqê.

Pir nêzik bû, xaniyekî mîna koşka bû, li kêleka xêni ambar, qerej, traqtor, otomobîl, bi sedan darên sêvan hebûn, gişk di bin berfê de bûn. Xuya kir ku ew warê cotkariyê ye. Di ber xêni re otoban derbas dibû, dirêj û zirav. Wekî din li jor bi hezaran îşq xuya dibûn, îşqên bajêr.

Ew ê niha çi bike?

Ew zimanê vî welatî nizane, ew deriyê vî xanî lêxe ew ê bêjê çi?

Pir diqelifî, hêl û teqat li wî neman, bayekî sar dihat, ambara li hêla xêni dev vekirî bû, wî xwe avête hundirê wir. Ji paca xêni dûman dihat. Sobeya mala wî, çaya ku li ser sobe dikelî, odeya ku bi agir û pêtiya kermeyan germ dibe hat bîra wî, xanim û zarokên wî hatin bîra wî, jixwe ji ber ku ew tî, birçî nebin ji bo şixulê ji welatê xwe, ji gundê xwe yê ku li herêma Kurdên Anatoliyê derket hat vî welatê Ewrope, welatê yadan. Ji niha de bîra warê xwe kir.

Ew ê niha çi bike?

Wî cesaret nekir ku deriyê xêni lêxe, bajar dûr bû, otoban vala bû, hevalên wî, rêberê wî wenda bûn. Rêberê wan gotibû ji daristan şun de ew dikevin welatê Swîsê, welatê ku lê bi cih bibin, bişixulin. Rêberê wan gotibû li vê sermê li hûdût jenderme û polîs nabin, lê tevî sermê jenderme û polîs hebûn û ew hatin girtin.

Kemal ji ber sermê biryar da ku derî lêxe, lê ji fikra xwe şiva vegeriya, go "ez ê çima wan eciz bikim, ne pismam in, ne dotmam in". Bi halê westiyayî xwest li ser êzingê rûne, lê rûnenişt, dengek hat, xanimek pencereya xêni vekirî ye û bi wî re deng dike :

"Monsieur, il fait très froid à l’extérieur, que faites-vous ici? Veuillez entrez".
(Ezbenî, heyam pir sar e li der, hûn li wir çi dikin? Keremkin, werin hundir).

Kemal tiştek fam nekir, lê ji dengê wê, ji awir, ji jest û mîmikên wê mîvanperwerî diweşî, li salên Kemal xuya dikir, Kemal 39 salî bû. Xanimê zanî ku wî fam nekir, di por, qaş û çavên wî yên reş re zanî ku ew biyan e, rêya xwe şaş kiriye, wê zanî ku ew qaçax e. Bi destê xwe tarîf kir, bi ruyekê bi ken û nerm go :

"Veuillez entrez" (Keremke were).

Deriyê xêni vebû, xanimê, destê xwe da Kemal, go :

"Bonsoir, je m'appele Lilian, bienvenue" (Êvarbaş, navê min Lilian e, bixêrhatî)

Kemal tiştek fam nekir, palto û sola xwe ji berfê dawişand kete hundir, germahiyek pir xweşik bi ser ruyên wî de hat. Hundirê malê jî mîna dervayê xêni, mîna koşkekê bû, fireh, rexistî û xemilî bû. Lilianê tarîf kir, Kemal palto û sola xwe exist, derbase salonê bû.

Kemal li ser qoltixê rûnişt, li ser mase şûşeyek şereb û qedehek hebû. Lê Lilianê şerab îkram nekir, go :

"Un thé chaud vous fera du bien. Thé noir ou à la menthe?".
(Ez ê çayake germ bidim we, bila çaya reş an ya pûngê be?)

Lilianê her du çay jî anîn ber wî, Kemal li rêwîtiyê çend caran çaya poşet vexwarîbû, wî dizanî mîna çaya welêt nabe, bi destê xwe çaya reş tarîf kir. Kemal tim bi xwar ve dihat û bi rêzdarî digo :

 "Spas".

Çay hat, Lilian jî rûnişt, Kemal çay, Lilian şerabê vedixwe, Lilian pir bedew bû, porzer, pordirêj, bejn zirav û tenik bû.

Hemgundiyên wî behsa porzerên Ewrope pir dikirin. Kemal di bin çavan re bi fêdi lê dinêrî.

Lilianê şeraba xwe heyna go :

"A votre santé" (Noşî be).

Kemal tenê di bin lêvan re keniya û dîsa go :

"Spas".

Lilianê go :

"Avez-vous faim?" (Tu birçî yî?)

Kemal dîsa tiştek fam nekir. Lilianê cur bi cur penêr û nan anî.

Kemal birçî bû, bi çayê penêr û nan xweş dixwar, di dilê xwe de go "ew keçika bitenê li vir çi dike, ew xaniyê mîna koşka, ew dar, ambar, qerej, otomobîl, traqtor, otomobîl yên wê ne?". Wî go "qey ew keçika axa ye".

Lilianê şeraba xwe vedixwar, her ku çaya Kemal bidawî dibû qedehê çayê tiji dikir.

Lilian :

"D'où venez vous?" (Hûn ji kuderê ne?)

Kemal mîna yekî lal bû, bi destê xwe li ber xwe dida, digo ez bi Fransiyê nizanim..

Lilian :

"Vous êtes de quel pays?"
(Hûn ji kîjan welatê ne?)

Kemal di bin çavan re dikenî, milên xwe heydinan hewa, fam nekirina xwe diyar dikir.

Lilianê şeraba xwe tiji dikir, vedixwar, ku Kemal fam neke jî wê ji xwe re deng dikir.

Lilian :

"Demain c’est mon anniversaire. Je l’ai tout de même rappeler à mon copain mais il a oublié il ne vas pas faire surprise comme d’habitude. Je ne pouvais pas continuer de cette manière ç'est pourquoi j'ai mis fin à notre relation"
(Sibe roja min a ji dayikbûnê ye, lê hevalê min dîsa jibîr kir, dîsa ne surprîz, ne jî hediye, tevî ku min jê pirsî sibe çi ye. Ez nikarim bi vî awayî bidomim, min ev têkilî bidawî kir, birand).

Kemal ku fam neke jî ji xwe re guhdarî dikir.

Lilian ji aliyekî de şeraba xwe vedixwe, ji aliyekî de tim deng dike, ew hewceyê deng kirinê bû.

Lilian :

"Pourquoi les hommes sont comme ça? Mais j'éspère que toi, tu n'es pas comme ça"
(Mêr çima weha ne? Hêvîdar im, tu ne weha yî).

Kemal îdî germ bû, mîna cemeda ku dihele serma canê wî çû. Lilianê deng dikir, Kemal guhdarî dikir, di dilê xwe de digo "li ba vê xanimê kar heye eceba, ez bişixulama".

Lilianê ji Kemal re jî qedehek ji bo şerabê anî, go:

"Veux-tu aussi?" (Tu jî dixwazî?)

Kemal bersiv neda, lê Lilianê qedeh tiji kir, şeraba xwe di wî re heyna, dîsa go "Santé (Noşî be)".

Lilian :

"Les hommes sont tous les mêmes, infidèles"
(Mêr gişk mîna hev in, ew ne dilsoz in).

Kemal di dilê xwe de go "Ez çi meriyek pak im, hevalên min hatin girtin, ez nehatim girtin, karê min rast dihere, niha jî ez raste vê xanimê hatim, ew a karekî jî bide min, weng xuya dike".

Lilianê bi destekî qedehê xwe di Kemal re heyna, bi destê xwe yê din jî li milê wî xist, di wî re kenî, go :

"Il faut toujours être fidele à sa copine ou à sa femme, es-tu d’accord avec moi?"
(Divê herdem mêrek bibe dilsozê yara xwe, jina xwe. Ne wisa?).

Kemal kêfxweş e, hat bîra wî, digotin eger li Ewrope yekî biyan bi yeke ji wir re bizewice ew kaxiza rûniştinê distîne. Di dilê xwe de go "Vê xanimê ji min hez kir, ew a bi min re bizewice jî belkî".

Lilianê di Kemal re tim qedehê xwe heydina, şeraba xwe vedixwar. Serî lê rind bû, xweş bû. Kemal jî şerab vedixwar lê tenê bi lêvên xwe dikir, hinekê devê xwe pê şil dikir, li welatê xwe wî ti car şerab venedixwar, li salê carekê belkî yek yan jî du bîra ku dawetek, dîlanek rast hat vedixwar.

Lilian :

"Mon ex copain ne m’a jamais fait de surprise et également jamais invité au restaurant"
(Hevalê min qet ti car ji min re surprîz nedikir, ez dawete restoranan ne dikirim).

Kemal kete nav xeyalan, ew li vir dişixule, pere qezenc dike, Frankên Swîsê dişîne welat, xanima wî, zarokên wî li gund di nav kêf de ajne dikine, cîranên wan ji wan diqarine.

Lilian :

"Demain pour mon anniversaire, nous allons manger au restaurant avec mes amies et faire une petite fête"
(Sibe em ê bi hevalan ve herin restoranê û li wir dîlaneke biçûk bikin ji bo roja min a ji dayikbûnê).

500 Euro di beriya Serdar de mabû, wî hûdût jî derbas kir, di dilê xwe de go "Xwezî min 200 Euro din jî bida mal ji bo mesrefê wan".

Lilian rabû çû, dema ku ew vegeriya ew bi pîjama bû, go :

"J'ai chaud, je me suis changé".
(Ez germ bûm, min kincên xwe guherîn).

Lilian bi pîjama hîn sipeh, xweşik xuya dikir, her çiqes hinek serxweş be jî.

Lilianê qedehê xwe dîsa tiji kir, go "Pour la dernière fois" (Ev cara paşiyê ye), wê şerab nekire qedehê Serdar, jixwe qedehê wî tim tiji bû, wekî din şûşe jî bidawî bû. Lilianê navber da sohbeta bêbersiv, qûmandeya ku li ser mase kir destê xwe, TV vekir. Kemal li Lilianê, Lilian li TV dinêre. Li navberekî spîker go :

"Aujourd'hui à Genève, trois villas ont été cambriolées. Les brigands viennent de l’étranger et ont été tous arrêtés"
(Îro li bajarê Cenevê dîsa sê vîlla ji aliya dizan ve hatin derva kirin, ew diz ji der welat in, biyan in, gişk hatin girtin).

Ruyên Lilianê tirş bûn, telefon kire dest xwe û deng kirinek pir qut kir.

Nîv saet şun de zîl lêket, polîs bûn. Kemal girtin birin.

Xeyal û hêviyên Kemal mîna wî hatin kelepçe kirin. Kemal şandin welat.

Mûlla Evîndar 

22.02.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar