Aman Ela - Mulla Evindar




AMAN ELA

Helkiştime sirte qale 
Min dî Elkê li hêla male 
Îşmar dayê bi tismale 
Îşmar heyna bi guçike kutane 

Hîv helat çiya bilind e
Şewqa xe da ye bejna rinde
Wexta ku dil muradî min wê newû
Ez kurik dîn biwûm li vê dune

Aman Ela, Aman Ela
Pore pir li te bûye bela
Xude dil muradî min te bikira
Mine bikişanda tela bi tela

Cindî cindî Ela cindî
Av li pore zer cemidî
Te çi qûsûr mane li canke min dî
Vê omdî mam li vî gundî

Here le le here xage
Orxane bave ser doşage
Destî xe di destî min ke
Qelingî zor e, gûca min nage

Aman Ela, Aman Ela
Pore pir li te bûye bela
Xude dil muradî min te bikira
Mine bikişanda tela bi tela

Berhevkar : Mûlla Evîndar

Çavkanî (Gotin û Awaz) : Hemke Biçûk / Gundê Xelika
Herêm : Anatoliya Navîn (Bi devoka Reşiyan)


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar