PISMAMÊ TE ME


PISMAMÊ TE ME
(Bi devoka Kurmanciya Kurdên Anatoliyê)

Xwe çeng meke keçê, mere ser avê
Porî dirêj, biske şil mede ber tavê
Ramûsanek ji te xwest, xêra dê bavê
Ez ne yad im keçê, pismamê te me
Ez ne dûr im keçê, cîranê te me

Xwe çeng meke keçê, tu ji ku derketî
Bejna zirav, tenik, dile min ketî
Te soz da min kanî, çima nehatî
Ez ne yad im keçê, pismamê te me
Ez ne dûr im keçê, cîranê te me

Ez e rokê werim, mala bavê te
Ez e fedî bikim, çing bêm navê te
Ez e bi diskî meskim, li xelqe çavê te
Ez ne yad im keçê, pismamê te me
Ez ne dûr im keçê, cîranê te me

Şîroveya Gotinê : Mûlla Evîndar
Muzîk : Gelêrî



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar